23:31 22 Nîsan 2018
    Mesrûr Barzanî

    Mesrûr Barzanî: Em serxwebûna xwe dixwazin

    © Foto : Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Zanîngeha Amerîkî ya li Duhokê Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew netewekî taybetmend in û serxwebûna xwe dixwazin.

    Îro li bajarê Duhokê li Zanîngeha Amerîkî Kurdistan —Dihokê  Konferansa ‘Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet' destpê kir û wê 2 rojan bidome.

    Di roja yekem ya konferansê de serokê zanîngehê Mesrûr Barzanî jî axaftinek kir û got ew dixwazin di warê siyasî û akemedîk de nirxandina pirsgirêkên xwe bikin da ku ew çareseriyeke rastîn bibînin. Barzanî amaje kir ku ew netewekî taybetmend in û daxwaza serxwebûna xwe dikin.

    HIKUMETA IRAQÊ DI MIJARA DABÎNKIRINA MAFÊN GELÊN KURDISTANÊ DE…

    Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku Hikumeta Iraqê di mijara dabînkirina mafên gelê Herêma Kurdistanê de binketî ye û newekheviyê dixe navbera wan.

    Barzanî destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku di panelên vê konferansê de bikarin bi awayekî akademîk di çarçoveya babetan de pirsgirêkan gotûbêj bikin. Herwiha amaje kir, pêwîst e li ser bingehên berjewendiyên hevbeş biryarê bidin.

    Di dawiya axaftina xwe de Barzanî hêvî kir ku, fikr û encamên baş ji piştî panelên vê konferansê bidest bixin.

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê bi sedan dezgehên medyayê hatin girtin'
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Herêma Kurdistanê: Yên Kurdistanê dagir bikin dê dawiya wan wek DAIŞê be
    Desteya Wezîran ya Herêma Kurdistanê boneya budceyê civîya
    Nûnerê Herêma Kurdistanê: Ewropa dê 28 milyon euro bişîne
    Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bi 636 milyon dolarî petrol firot
    Etîketan:
    azadî, gelê kurd, serxwebûn, herêma kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de