08:58 26 Gulan 2018
Kerkûkî-Peşmerge

Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî ragihand ku cihê Heşdî Şebî li ser xaka Kurdistanê tuneye.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî ragihand ku cihê Heşdî Şebî li ser xaka Kurdistanê tuneye. Heke bixwazin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê dê rastî karesatan werin.

Kerkûkî di çarçoveya di bernameya Kurdistan24ê de ragihand ku li sînorê Herêma Kurdistanê û li ser xaka Kurdistanê, tu pêwîstiya me bi Heşdî Şebî tuneye û erkê me ye ku xaka xwe biparêzin û xelkê Kurdistanê karîna xwe heye bergîriyê li pîrozbahiyên xwe bikin. Ew cihên ku xaka Kurdistanê ne, Pêşmerge rizgarkiriye û dikarin wê jî û hemû niştecihên wê jî biparêzin.

Ev daxuyaniyên Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî tên ku serokê grûpê çekdar "Asayib Ehilulheq" Qeys Xezelî di hevdîtinekê de ligel kenala "El-Reşîd" ragihandibû, mezintirîn pirsgirêk piştî DAIŞê li Iraqê, kurd e.

Qeys Xezelî serokê grûpa çekdar "Asayib Ehilulheq" e, ku grûpeke şîe ye û ser bi Heşdî Şebî ve ye, berê di çendîn boneyên cuda de gef li kurd û Kurdistanê xwariye, di dawî daxuyaniyên xwe de jî gotiye, piştî DAIŞê mezintirîn pirsgirêk li Iraqê, kurd e.

Bi heman mijarî:

Milîsên Heşdî Şebî bi diziya malan têne tohmetbarkirin
Heşdî Şeibî bû beşeke fermî ji Artêşa Iraqê
Gelo hevpeymanê serekên Heşdî Şebî ji xwe re kir hedef?
Li Tilefer Pêşmerge û Heşdî Şabî dijî DAIŞê li hev kir
Ebadî bi Heşdî Şebî re civiya
Etîketan:
Heşdî Şebî, Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Qeys Xezelî, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de