02:41 19 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Zanayên Olî yên Rojava serdana Pêşmerge dikin

    © Foto: kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şandeke Zanayên Olî yên Rojava ku çûne Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtinên bi partî û aliyên siyasî re ji bo spasiyê diçin serdana Pêşmergeyan.

    Şandeke Zanayên Olî yên Rojava 14ê Berfanbarê derbasî Herêma Kurdistanê bûn û li bajarê Silêmaniyê bi zanayên olî yên herêmê re civînek saz kirin.

    Serokê Kongreya Îslamî ya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Mela Nadir Elî piştî civînê di konfransa rojnamevanî de got, "Şanda Zanayên Olî yên Rojava bi mebesta serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hatine da ku li hember piştevanîya li xelkê Rojava spasiyê li wan bikin."

    DÊ ŞANDEYA ROJAVA JI BO SPASDARIYÊ BIÇE SERDANA PÊŞMERGEYAN

    Mela Nadir Elî ragihand ku dê şandeyê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye û paşê jî dê serdana Pêşmerge bikin û ji bo beşdarbûna Pêşmergeyan di şerê dijî terorîstan de li Rojava spasiyê li wan bikin.

    Li gor nûçeya Rûdawê Wezîrê Ewqafê yê kantonên Rojava Mihemed Qadirî jî di konfransa rojnamevanî de diyar kir,
    "Serdana me ji bo Herêma Kurdistanê bo agahdarbûna me ji rewşa birayên me ye. Herwiha bo wê yekê ye ku em serdana Hêzên Pêşmerge bikin."

    PÊŞMERGE 7 MEHAN LI KOBANIYÊ MABÛN

    Hêjayî bibîrxistinê ye li dema êrîşên DAIŞê yên li ser bajarê Kobaniyê yê Rojava hêzeke Pêşmerge ji bo piştgiriya YPGê çûbû bajêr û piştî mayîna 7 mehan û têkçûna DAIŞê 28ê Nîsan a 2015an vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

     

    Bi heman mijarî:

    Bi hezaran pêşmerge li dijî gotinên parlementera Gorran xwepêşandanek mezin li dar xistin
    'Heger Pêşmerge dijatiya ereban bikira 600 hezar ereb nedihatin'
    Fermandarê Pêşmerge: DAIŞ bi awayê mufrezeyan tevdigere
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Serdana Pêşmerge, Zanayên Olî yên Rojava, KURDISTAN, rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de