10:15 13 Kanûn 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

    Jay Garner: Serokên kurdan Kurdistana yekgirtî naxwazin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Generalê malnişîn ê Amerîkayê Jay Garner li ser piştî nemana DAIŞê ya li Iraqê got, ‘Piştî ev mijar zelal bû dê pirsgirêka sînorên Kurdistanê derbikeve, diyarkirina sînorên herêmên nakok dê bibe rojev.’

    Generalê malnişîn ku yekem hakimê Amerîkayê yê li Iraqê ye Jay Garner di hevpeyvîneke bi Rûdawê re de, li ser mijarên DAIŞ, rewşa herêma Kurdistanê û Rojava nirxandin kirin.

    'SERKIRDEYÊN KURD HEVGIRTINA PARÇEYÊN KURDISTANÊ NAXWAZIN '

    Garner li ser hevkariya Rojava û Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku ew bawer nake li hev bikin û wiha got: ‘Bawer nakim, ku kurd hemşêwe bin. Li vir Serok Barzanî heye, ji bo Kurdistanê planên wî hene û dizane ka ji bo Kurdistanê çi dike. Bawer nakim, ku planekî ji bo hevgirtina kurdên Başûr û Rojava çêbike. Ji ber ku ne bi niyet e ligel PKKê hev bigre. Li vir Kurdistaneke we heye, Kurdistanek li Sûriyê, yek li Îran û yek jî li Tirkiyê heye. Ez ne bawer im ku Kurdistan hev bigire û serkirdeyên kurd jî vê yekê bixwazin.'

    'DIVÊ RÊVEBIRÎYA AMERÎKAYÊ JI BO NAVÇEYÊN NAKOK BI KURDISTANÊ RE HEVNÊRÎN BE'

    Garner ku wek dostê kurdan tê nasîn di hevpeyvînê de derbarê piştî nemana DAIŞê û hevkariya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê wiha axivî: "Hêvîdarim ku rêveberiya nû ya Amerîkayê ligel Kurdistanê danûstandinên dostane bike. Herwiha alîkarî bide çespandina destkeftiyên Kurdistanê. Bi dîtina min dê piştî nemana DAIŞê jî her pirsgirêka koçberan berdewam bike. Divê hewl bê dayîn da ku koçber vegerin malên xwe. Herwiha krîza darayî jî berdewam dike. Çimkî ev sê sal in hikûmeta Iraqê bûdceyê naşîne Kurdistanê. Nirxê petrolê hê jî nizm e. Bi tevê van pirsgirêkan hê jî DAIŞ li herêmê ye, li navçeyên weke Hewîceyê de maye. Piştî ev mijar zelal bûn, dê pirsgirêka sînorên Kurdistanê derbikeve, diyarkirina sînorên herêmên nakok dê bibe rojev. Pirs ev e; gelo dê hikûmeta Iraqê razî bibe ku li gel Barzanî rêbikeve da ku navçeyên nakok bibin perçeyek ji Kurdistanê? Dibe ev yek bibe pirsgirêk. Di rastiyê de ya pêwîst ew e, ku divê Amerîka ligel Herêma Kurdistanê hemnêrîn be ku ev navçe bikevin nav sînorên Kurdistanê."

    'HIKÛMETA IRAQÊ TENÊ BÛKEKEKE DI DESTÊ ÎRANÊ DE'

    Garner da zanîn ku Amerîkayê sozên ku dane kurdan bi cî neanîne û daxwaz ji rêvebiriya nû ya Amerîkayê jî kir ji rêveberiya Obama cudatir kar bike û got, "Herwiha divê siyaseta navçeyê hebe, ji bo Kurdistanê siyaseteke baş hebe. Divê fêm bike, ku pêwîste Amerîka bi xwe guhertinan bike. Nexwe hikûmeta Iraqê ne tişteke, tenê bûkeke di destê Îranê de. Herwiha divê di danûstandinên li gel Îranê de û di mijara rêkeftina atomî de guhertinan bike."

    GARNER: DIVÊ AMERÎKA ÎRANÊ JI KURDISTANÊ DERXE

    Jay Garner diyar kir, "Ez hez dikim rêveberiya Trump li hember Îranê tund be û rêkeftina atomî hilweşîne. Îranê ji Kurdistanê derbixe. Li heber destwerdana ser Sûriye û Lûbanên de mercan bisepîne. Bi hêz piştgirî bide Îsraîlê. Divê Amerîka van tiştan bike. Çimkî Îran hewl dide bibe hêza mezin a herêmê. Me ev yek navê. Bawer nakim Trump jî vê yekê bixwaze."

    'BARZANÎ SEROKEKÎ BIHÊZ Û JÊHATÎ YE'

    Generalê malnişîn ji bo nîqaşên li ser posta serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî destnîşan kir, "Heta ku ev krîza şer, ya darayî û mijara koçber û penaberan hebe, pêwîstiya me bi serokekê bi hêz heye. Bi nêrîna min birêz Barzanî ew serok e. Piştî nemana krîzan pêwîste hilbijartin bên kirin û vegerin wê pêvajoya pêşiya şer. Heta şer hebe, ya baş ew e Barzanî li ser erkê xwe bimîne. Ji ber ku serokek bi hêz, jêhatî û baş e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya dê 34.8 milyon dolar deyn bide Herêma Kurdistanê
    Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin
    Baydemir: Tirkiye piştî Rojava wê êrîşî Başûr bike
    Etîketan:
    Jay Garner, Rojava, Amerîka, Herêma Kurdistanê, Barzanî, Îran, DAIŞ, PKK, Kurdistan, Rojhilata Navîn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de