14:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Piştî rizgarkirina Mûsilê, pêwîstî bi lihevkirinek siyasî heye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî azadkirina bajarê Mûsilê ya ji terorîstên DAIŞê pêdivî bi lihevkirineke siyasî heye.

    Îro li bajarê Hewlêr ji aliyê Wezareta Perwerdê û Wezareta Rewşenbîrî ve ‘Konfransa Tolerans û Jiyana Bihevre' hat lidarxistin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî mêvan beşdarî konferansê bû, hin daxuyanî da gel.
    Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û diyar kir ku piştî qonaxa rizgarkirinê, pêwîstî li hevkirinek siyasî di navberba aliyan de heye.

    Herwiha hat gotin ku bo rêvebirina Mûsil jî divê bi hemû baweriyan re danûstandin bê kirin. Lewra lihevkirinek rastî ya di navbera hemû aliyan wê metirsiya DAIŞê ya li ser Mûsilê têk bibe.

    Barzanî balkişand ser tinekirina terorîstan û wiha berdewam kir: ‘Şikandina terorîstan û fikrê wan tenê bi leşkerî nabe. Ji bo tinekirinê tenê pêwîstî bi wext heye. Wê DAIŞ biçe û nemîne. Lê divê em wê bihizirin ku carek din dernekevin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê 3 taxê din hatin rizgarkirin
    Amerîkayê li Mûsilê "bi şaşî" li leşkerên iraqî xist: 90 mirî
    Li Mûsilê belavokên mizgîniyê hatin belavkirin
    Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkarî gihand hezar malbatên Mûsilê
    Li Mûsilê teqîn: 21 mirî, 35 birîndar
    Etîketan:
    şerê daişê, rizgarkirina mûsilê, bawerî, azadî, nêçîrvan barzanî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de