07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Duhok

    'Gorranê gefa birîna gaza Hewlêr û Dihokê xwar'

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Herêma Kurdistanê dijberiya di navbera Tevgera Gorran û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de berdewam dike.

    Piştî daxuyaniyên parlamentara Gorran Sîrwe Ebdulwehîd yên tê ragihandin ku dijayetiya Pêşmergeyan kiriye û ji hevjînên Pêşmergeyên can dane re jî gotiye, ji ber bêperetiyê ‘bedena xwe difiroşin', ev demeke malbatên Pêşmergeyan xwepêşandanên protestoyî li dar dixin.

    Aliyê PDKê bi tundî dijî helwest û daxuyaniyên Gorranê derdikeve. Herwiha berpirsên Gorranê jî PDKê tohmetbar dikin bi hinceta ku bûye sedema krîza darayî û siyasî.

    ENDAMÊ GORRANÊ: GAVA ME YA YEKEM RAWESTANDINA GAZÊ YE

    Li gor nûçeyeke BasNewsê endamê civata niştîmanî yê Tevgera Gorran û Berpirsê şaxê Gorranê yê bajaroka Çemçemalê Ebdulla Kwêxe Mubarek li ser rûpela xwe ya Facebookê li dijî PDKê daxuyaniyek belav kiriye ku tê de tê gotin, ‘'Eger PDK bêrêziya li dijî endamên me yên parlamentoyê û Tevgera Gorran berdewam bike, em vê yekê qebûl nakin û gava me ya yekem jî dê rawestandina gaza xwezayî ya Çemçemalê bo Hewlêr û Duhokê be.''

    PDK: GORRANÊ BERÎ NIHA JÎ GEFA TEQANDINA BORUYÊN GAZÊ XWARIBÛ

    Herwiha PDK jî van daxuyaniyên Gorranê wek karteke fişarê li ser xwe dinirxîne û gefxwarina birîna gaza siruştî li ser Hewlêr û Dihokê bi tundî rexne dike.

    Hêjayî gotinê ye berî niha medya nêzî PDKê belav kribû ku Tevgera Gorran berî niha jî gefa bikaranîna hêzê û teqandina boriya veguhestina gaza siruştî ya bajarokê Çemçemalê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Parlemantarê PDKê: Hewlêr petrola xwe bifiroşe Mozambîkê ji budçeya Bexdayê çêtir e
    Her du beşên YNKê û Goran bi PDKê re dicivin
    YNK: Em ê bi PDKê re mijara Serokatiya Herêmê biaxivin
    Berpirsê PDKê: Bexdadî ne li Mûsilê ye
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Etîketan:
    Dihok, Gaza siruştî, Gorran, Hewlêr, Pêşmerge, PDK, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de