16:09 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ashton Carter - Mesûd Barzanî

    Wezîrê Parastinê yê DYAyê piştî Bexdayê hat Hewlêr

    © REUTERS/ AZAD LASHKARI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYAyê Ashton Carter ji nişkê ve serdana Iraqê kir, duh bi şev hat Hewlêrê û li wê derê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

    Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Ashton Carterî kiriye û bi awayekî ji çapemeniyê re girtî herdûyan civîn li dar xistiye. Di civînê de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê, têkoşîna li dijî DAIŞê li Sûriyeyê û têkoşîna pêşmergeyan li dijî terorê bûye û wiha hat gotin: "Di civînê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge ya li serkirdayetîkirina şerê DAIŞ û têkşikandina terorîstan kir".

    "DYA BI RÊKEFTINA BI PÊŞMERGE DE PABEND IN"

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê dilxweşiya xwe ji ber hevkariya navbera Barzanî û Ebadî de diyar kiriye û teqez kiriye ku hevkariya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bûye sedema serkeftina li dijî DAIŞê û wiha berdewam kiriye: "Herwiha pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşa Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê hebû ku bûye sedema hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê û bi vê sedemê ve destkeft û serkeftineke mezin li şerê DAIŞ de bi dest ve hatiye."

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter di civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand, Washington pabendî wê rêkeftinê ye ku li gel Wezareta Pêşmerge û ji bo alîkariya leşkerî û darayî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê heye.

    CARTER MADALYAYA LEHENGIYÊ DA 4 PÊŞMERGEYAN

    Ji aliyê din ve, Barzanî spasiya birêvberî û gelê Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wan ji Hêzên Pêşmerge re di şerê wan li dijî DAIŞê de.

    Berî civîna Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka li merasîmeke taybet de Madaliyaya wêrekiyê (cesaretê) ya Wezareta Berevaniya Amerîka ji aliyê Wezîrê Berevaniya Amerîka ve bi nûnerayetiya hemû hêzên pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî çar pêşmergeyan kir.

    Di wê merasîmê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê gotareke kurt jî pêşkêş kir û tê de behsa wêrekî û qehremaniya Pêşmergeyan kir û pesnê rola Pêşmerge da ku karî DAIŞê bişkîne û wiha got: “We şerefê ji bo xwe û gelê xwe tomar kir.”

    Bi heman mijarî:

    PDK bi Komelê Îslamî Kurdistan re civiya
    Kurdistan: Gotara Barzanî şaş hatiye wergerandin
    Amerîka: Kurdistan bê şert û merc ber bi serxwebûnê diçe
    'Beşeke mezin a Mûsilê Kurdistan e'
    Kurdistan: "Me ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kir"
    Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike
    Sûriye belav bibe dê Kurdistan ava bibe
    Etîketan:
    pêşmerge, DAIŞ, Ebadî, Ashton Carter, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de