10:12 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî peyameke spasiyê weşand

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya wan kesan kir ên ku beşdarê taziyeya xwişka wî ya mezin Iqlîma Mistefa Barzanî bûne û herwiha yên peyam jî şandine.

    Barzanî di peyama xwe de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye weşandin, dibêje; "Pir jidil spasiya xwe pêşkêşî wan hemû birêzan dikim ku li pirseya xwîşka min a mezin Eqlîmexan de hevxemî û serxweşiyên xwe ragihandine."

    Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de spasiya wan serkirde û kesayetiyên siyasî yên navxweyî, yên Iraqê, konsol û nûnerên welatan, kesayetiyên olî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistan û Iraqê, kesayetiyên çandî, akademî, civakî û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê, hemwelatiyên birêz û fermande û pêşmergeyan, rêxistinên civaka sivîl û ragihandinkaran jî kir.

    "SPASÎ JI BO HER ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ"

    Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: Di heman demî de spasî ji bo kesayetiyên siyasî û civakî yên her çar perçeyên Kurdistanê û serok û serkirdeyên siyasî û kesayetiyên welatên cîran û cîhanê dikim, ku bi rêya telefon û şandina peyaman xema me kêm kirine. Xwedayê mezin padaşta hemû aliyekê bide."

    Xwşka serok Barzanî, Iqlîma Barzanî, roja 5ê Kanûnê ji ber nexweşiyê li Hewlêrê koça dawî kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK razî bibe ji Şingalê derkeve
    Barzanî derbarê budceya sala 2017an daxuyaniyek da
    Mesûd Barzanî û Alî Bapîr piştî salekê hevdû dîtin
    Erdogan bi telefonê bi Barzanî re axivî
    Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkarî gihand hezar malbatên Mûsilê
    Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Karên Derve yê DYA Blinken re civiya
    Barzanî bi sererkanê Iraqê re li ser Mûsilê hevdîtin kir
    Etîketan:
    peyam, Iqlîme Barzanî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de