09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Li dijî parlementera Goranê xwenîşandan

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji bo protestokirina daxuyaniyên parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd xwenîşandan hat lidarxistin.

    Îro danê sibê saet 10:30ê li navenda bajarê Hewlêrê, bi tevlîbûna hejmareke zêde ji welatî û pêşmergeyan, li hember daxuyaniyên parlementera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahêdê xwenîşandaneke berfireh dest pê kir.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Fermandarê Hêza Taybet a Gulanê Mensûr Barzanî ku di nava xwepêşanderan de bû wiha gotiye; "Em wek pêşmerge, sivikatiya li hember pêşmerge û malbatên şehîdan qebûl nakin. Em dixwazin ku tenê bi lêborînekê ev parlementer neyê efûkirin û bê cezakirin."

    Herwiha Barzanî got; "Xwîna şehîdan pir giranbuha ye û divê sînor ji bo wan kesan bê dayîn ên sivikatiyê bi vî nirxê gel dikin.

    ÇI BÛBÛ?

    Parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd di bernameyeke televizyonê ya kanala Dîcle ya iraqî de îdia kiribû ku hinek jinên pêşmergeyan, piştî ku hevjînên wan şehîd dibin ji ber hejarî û xizaniyê neçar dimînin laşê xwe bifiroşin.

    Ebdulwahîd îdia kiribû ku pêşmerge gundên ereban têk didin.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Osman: "Divê Goran û partiyên din deng bidin peyama Barzanî"
    Xesro Goran: "Dibe şerê Mûsilê çend mehan dirêj bike"
    Serokê Goran Newşîrvan Mistefa diçe Amerîkayê
    Goran: Ji bo aktîvkirina Parlamentoyê me 58 îmze berhev kirin
    Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike
    Tevgera Goran li benda baskên YNK’ê ye
    Etîketan:
    Pêşmerge, Şîrwa Ebdulwahid, Mensûr Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de