09:44 23 Hezîran 2018
Pêşmerge - operasyon - mûsil

'Heger Pêşmerge dijatiya ereban bikira 600 hezar ereb nedihatin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Rêvebirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî, li ser gotinên dijayetiya Pêşmergeyan yên hin parlemantara Goranê Sirwe Abdulvahid got ku Hêzên Pêşmerge li Kerkuk û deverên din li gor prensîb û rêzikên navnetewî tevdigerin û ji bo şopandina îdiayan ji BBC û El Cezîre re bûne alîkar.

Serokê Lijneya Nirxandin û Bersivdana Raportên Navdewletî yê Encûmena Wezîran ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zebarî li ser rexneyên nûnera Goranê yên li ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê daxuyakirin, ‘Siyaseta wêrankirina gundan ne siyaseta me ye, eger me siyaseteke me ya dijî ereban hebûya tenê di salekê de 600 hezar ereb nedihatine Kerkûkê û cihê wan di Kurdistnê de nedibû.'

'AGAHIYÊN DIJÎ PÊŞMERGE DIJÎ HIKUMRANIYA KURDAN IN'

Zebarî wiha axivî: "Heger siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî ereba bûya çima 600 hezar penaberên ereb di Kerkûkê de ne? Cîhê daxê ye ku gelek agahiyên dijî pêşmerge û herêma Kurdistnê belav dibin û hinek aliyên siyasî wan agahiyan didin û helbet ew dijî proseya hikûmraniya kurdan e."

'HINEK JI WAN GUNDÊN EREBAN BI DAIŞ'Ê RE BÛN'

Zebarî ji malpera fermî ya PDKê kdp.info'yê re li ser wêrankirina hinek gundên ereban jî ragihand, beriya Pêşmerge bikeve wan gundan DAIŞê ew der ji bo cebilxane û teqemeniyan bikar anîne ku gelek erebên wan gundan jî digel DAIŞê bûn û piştî hatine Pêşmerge ji ber xaniyên wan ji heriyê bûn wêran bûne.

'JI BER TEQEMENIYÊN DAIŞ'Ê PÊŞMERGE NEÇAR MAYE WAN XANIYAN BITEQÎNE'

Dr. Zêbarî herwiha da zanîn ku di qonaxa duyem a pêşmerge diçe nav gundan de ji ber teqemenî hatine bicîkirin ji aliyê Pêşmerge ve ji neçarî hatine teqandin ji ber ku pisporên pûçkirina wan teqemeniyan yên navnetewî ligel Pêşmerge nînin.

'JI BO REWŞÊ BIBÎNIN ME ALÎKARÎ LI BBC, EL CEZÎRE Û RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ KIR'

Rêvebirê lijneya hikûmeta Kurdistanê Zebarî diyar kir, ji bo zelalkirina guman û îdiayên nûnera Goranê wan BBC û El Cezîre jî di nav de, ji bo rewşa wan gundan bibînin alîkarî daye çend rêxistin û kesayetên navnetewî da ku rewşê bibînin.

 

Bi heman mijarî:

Brîtanya dê 34.8 milyon dolar deyn bide Herêma Kurdistanê
YNKê budçeya Herêma Kurdistanê wek serkeftin bi nav kir
YE ji bo koçberan wê 28 milyon euro ji Herêma Kurdistanê re bişîne
Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin
Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê koça dawî kir
Etîketan:
El Cezîre, Dr. Dîndar Zêbarî, BBC, Pêşmerge, rojhilata navîn, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de