06:10 22 Sibat 2018
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKSê banga xwenîşandanê kir

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12

    Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê daxwaz ji alîgirên xwe yên li Herêma Kuridstanê kir ku roja 10ê Berfanbara 2016ê, li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê bicivin.

    Nûneratiya Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bang li alîgirên xwe kir ku li dijî kiryarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yên li Rojavayê xwestiye ku roja 10ê Berfanbarê li ber avahiya navenda NYyê ya li Hewlêrê xwepêşandanê li dar xin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Emîndariya Giştî ya ENKSê jî ji xelkê Rojavayê kir ku di heman rojê de li hemû bajarên Rojavayê dakevin kolanan û xwepêşandanan bikin.

    Hêjayî gotinê ye 2yê Berfanberê li bajarê Amûdê yê Rojavayê êriş li ofîsa ENKSê hatibû kirin û dûre alaya Kurdistanê jî hatibû şewitandin.

    Asayişa Rojavayê derbarê îdiayên şewitandina alaya Kurdistanê li bajarê Amûdê de daxuyaniyek belav kiribû û tê de ragihandibû ku hêzên wan tiştekî wiha nekiriye û ew rêzê ji hemû sembol û pîroziyên kurdistanî re digirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkî: Hindik ma em alaya Iraqê li Mûsilê daliqînin
    Artêşa Iraqê alaya xwe li bajarokê Hemdaniyê çikiland
    PYD: "Alaya Amerîkayê nehatiye daxistin û ya Sûriyeyê nehatiye hildan"
    YPGê li Girê Spî mewzî kola û alaya xwe daleqand
    Alaya Rûsyayê li Olîmpiyadên Rioyê hate bilindkirin
    Fermandarê kevin ê Alaya Cenderme ya Dêrsimê hate girtin
    “Alaya bê welat” sibe li Hewlêrê tê nîşandan
    39 leşkerên ku di alaya mûhafiz a serokomariyê de bûn hatin girtin
    Etîketan:
    xwenîşandan, ENKS, Rojava, Kurdistan, Amûdê, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de