08:26 25 Mijdar 2017
Zindî
    Şengal

    Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK razî bibe ji Şingalê derkeve

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 130 0 0

    Şêwirmendê Encumena Asayiş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo derketina PKKê ji Şingalê diyar kir ku Şingal ne cihekî wisa ye ku PKK li wir desthilatiyê bike û got, "Em hêvî dikin ku PKK razî bibe û jê derkeve." Her wiha Barzanî ji bo serxwebûnê jî got, "Serxwebûn mafê me ye lê civaka navdewletî ew maf ji me girtine."

    Şêwirmnedê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washington a paytexta Amerîkayê li Navenda Wilson (Wilson Center) ya bo lêkolînên li ser rewşa Rojhilata Navîn di derbarê rewş û geşedanên dawîn ên Herêma Kurdistanê de axaftinek kir.

    Barzanî di axaftina xwe de behsa hebûna şervanên PKKê yên li Çiyayê Şingalê kir û li ser vê mijarê got, "Divê PKK vegere cihên xwe û ji bo gelê Şingalê jî divê derfet were dayîn ku karûbarên xwe, bi xwe birêve bibin."

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha got: "Şingal ne cihekî wisa ye ku PKK bikaribe lê desthilatdariyê bike. Divê PKK rêzê li plan û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo Şingalê bigire. Pêwîst e gelê Şingalê jî karûbarên deverên xwe birêve bibin. Ji ber hebûna PKKê rewş aloz bûye û em hêvî dikin ku herî dawîn PKK wê razî bibe vegere cihên xwe."

    Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa Rojava jî kir û got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim alîkariya kurdên her çar perçeyên Kurdistanê kiriye, lê ya baş ew e ku kurdên Rojava pergalekê deynin ku karibe tevahiya komên cuda li xwe bigire. Herêma Kurdistanê dixwaze ew nêzîkê hevdu bibin û bi hevdu re devera xwe biparêzin."

    Barzanî behsa mafê serxwebûnê jî kir û got, "Dem hatiye ku ew şaşiya bi peymana Sykes-Picot hat kirin, were sererastkirin. Ji ber vê yekê jî baweriya me ew e ku civaka navdewletî wê rêzê li ber mafê gelê me bigire. Xweda ev maf daye me lê mirovan rê nedan me ku em wî mafê xwe pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî û Alî Bapîr piştî salekê hevdû dîtin
    Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkarî gihand hezar malbatên Mûsilê
    Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Karên Derve yê DYA Blinken re civiya
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Celal Talabanî sersaxî ji Barzanî re xwest
    Etîketan:
    razîbûn, derketin, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, PKK, Mesrûr Barzanî, Washington, Amerîka, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de