16:33 22 Hezîran 2018
Silêmanî

Li Silêmaniyê ji ber qeyranê 800 şîrket karê xwe rawestandin

© Foto: Mekoyê Zêrîn
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Ji ber qeyrana darayî li seranserê bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê 800 şîrket karê xwe rawestandine.

Tê gotin ku li temamê bajarê Silêmaniyê 248 şîrket hene. Lê niha 800 ji wan ji ber qeyrana darayî neçar mane ku karê rawestînin. Herwiha ger qeyran neyê çareserkirin dê hemû şîrket karê xwe rawestînin. Xwediyê şîrketek ku ji ber qeyranê neçar maye ku karê xwe rawestîne jî Pêşawa Omer e ku di axaftina xwe Rûdawê de dibêje wi ji ber qeyranê zirarek mezin dîtiye û şîrketa xwe girtiye. Herwiha niha 6 milyar dînar deynê wî li hikumetê ye.

Li gorî biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê welatî pereyan ji hesabê xwe wê nikaribin veguhezin ser hesabê keseke din. Ji ber vê xelk mecbur dimînin ku pereyên xwe bi neqdî bidin. Banka Navendî ya Herêma Kuridstanê biryara Wezareta Darayî ya astengkirina veguhestina pereyan ser hesabekî din, nerênî dibîne.

Bi heman mijarî:

YE ji bo koçberan wê 28 milyon euro ji Herêma Kurdistanê re bişîne
Larincanî: Îdiayên serxwebûna Kurdistanê lîstikên hinek welatan e
Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin
"Leşkerekî kanadayî yê berê li Kurdistanê hat girtin"
Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê koça dawî kir
Etîketan:
şîrket, çareserî, qeyrana darayî, pere, silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de