14:02 22 Hezîran 2018
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Parlemantarê PDKê: Hewlêr petrola xwe bifiroşe Mozambîkê ji budçeya Bexdayê çêtir e

© Flickr
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Parlemantarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li parlemana Iraqê Dr. Erafat Kerem li dijî pesendkirina budçeya Herêma Kurdistanê di nav budçeya giştî ya Iraqê de derket.

Nûnerê PDKê li parlemana Iraqê Erafat Kerem daxuyakirin, budçeya Iraqê ya 2017an ku hatiye pejirandin budçeyeke siyasî ye ne yasayî ye.

KEREM: BUDÇE LI PIŞTPERDEYÊ HATIYE AMADEKIRIN

Kerem partiyên Herêma Kurdistanê yên ku bi dengên xwe piştevaniya budçeyê kirine rexne kir û wiha axivî: ‘Ew bûdçe ji aliyê Frakisyona Dewleta Yasa ya Şîeyan û Fraksiyonên YNK, Goran û Komelê li pişt perdeyê hatiye amadekirin. Dixwazin ji xelkê re bêjin me ji bo we kar kiriye û ji xwe re bikin destkeftinek."

'BUDÇE NE DI BERJEWENDIYA HERÊMA KURDISTANÊ DE YE'

Li gor malpera kdp.info'yê parlemantarê PDKê bûdceya Iraqê ya ku nû hatiye pejirandin wek budçeyeke ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nirxand û wiha got: ‘Ew dahata ku Bexda dibêje ezê li hemberî petrolê bidim Kurdistanê gelekî kêm e û eger Kurdistan petrola xwe bide welatê Mozambîkê jê re gelekî baştir e ji dayîna Bexdayê.'

Bi heman mijarî:

Brîtanya dê 34.8 milyon dolar deyn bide Herêma Kurdistanê
YNKê budçeya Herêma Kurdistanê wek serkeftin bi nav kir
YE ji bo koçberan wê 28 milyon euro ji Herêma Kurdistanê re bişîne
Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin
Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê koça dawî kir
Etîketan:
Budçeya Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Bexda, Petrol, Rojhilata Navîn, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de