13:45 24 Hezîran 2018
Sergey Lavrov- John Kerry-Staffan de Mistura

Lavrov: Ewropa û Amerîka hevdînên Sûriyê nakin derd

© REUTERS / Eduardo Munoz
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê êrîşa ser nexweşxaneya Helebê diyar kir, ‘Jê piştrastim ku dê êrîşkarên nexweşxaneyê werin cezakirin. Em tenê karê xwe dikin, lê diyare ku hinek ji vê aciziyê dikin’. Lavrov herwiha got, Amerîkî û Ewropî hevdîtinên Sûriyê ji xwe re nakin derd.

Wezîrê Rûsyayê Lavrov li ser êrîşa nexweşxaneya Helebê ku 2 karmendên tîma tenduristiyê yên Rûsî tê de hatibûn kuştin daxuyakirin, ‘Jê piştrast im ku dê tawanbar werin sizadan û ji bo bûyereke wiha careke din rû nede hemû tevdîr werin standin.'

'STAFFAN de MISTURA ERKA XWE PÊK NAYÎNE'

Lavrov Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê Sûriyê Staffan de Mistura sozên ku dane pêk neanîne bi tundî rexne kir û wiha axivî: ‘Êdî dengê min ket ku ji Staffan de Mistura re bangên destberdana sabotekirina hevdîtinên siyasî dikim. Ev erk bo wî hatiye dayîn, ti karekî wî yê din jî tune ye. Ez vê vekirî dibêjim, lewra di rûyê wî de jî dibêjim, bo nimûne demek berê min li Romayê jî jê re got.'

'EWROPA Û AMERÎKA HEVDÎTINAN NAKE DERD'

Wezîrê Rûsî di berdewamê de bal kişand ser ku Ewropî û Amerîkî pêkneanîna hevdîtinan ji xwe re nakin derd û got, ‘Ewropî û Amerîkî dibêjin, bi sedema ku Koma Riyadê garantîya destjêberdana kar ji bo Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad dixwaze û muzakereyê red dike, hevdîtin pêk nayên. Welatên Rojava vê komê wek tekane nûnerê opozîsyona Sûriyê dibîne, lê beleê di nav lîsteya Konseya Ewlekariyê ya NYyê de navên komên din jî heye. Komên Qahîre û Moskowê jî di nav de.'

YÊN TÊN BILA WERIN YÊN NEYÊN JÎ…

Lavrov destnîşan kir ku pêwîste ji bo hevdîtinan di navbera alîyên Sûriyê de dîrok were diyarkirin û da zanîn, ‘Heger mirovên wisa nazdarî hebin, bila werin em dîroka hevdîtinan diyar bikin. Yên tên bila werin yên neyên jî bila guneh di xwe de bibînin.'

Bi heman mijarî:

Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
Terorîstan Heleb bombebaran kirin û zarok jî di nav de 12 kes mirin
Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
Etîketan:
Komên muxalîf, Riyad, Amerîka, Hevdîtinên Sûriyê, Sergey Lavrov, Rûsya, Amerîka, Suriye, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de