04:25 16 Kanûn 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    PDK: Ti pirsgirêka me bi ti aliyekî siyasî yê Rojavayê re tine

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar daxwaz ji hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi diyalog pirsgirêkên xwe çareser bikin û got; “Em bêyî cudahî alîkarî didin hemû kurdên Rojavayê Kurdistanê.

    Necar ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku pêwendiyên PDKê li gel Rojava ne xirab in û wiha dewam kir: partiyên Rojava bixwe di nava xwe de nakok in û me daxwaz ji wan kir ku pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Rojava ya wan hemûyan e û bûyerên weke girtin û şewitandina alaya Kurdistanê jî ne baş in.

    Herwiha berpirsyarê PDKê çûna pêşmergeyan bo Kobaniyê û alîkirina wê bi bîr anîn û wiha got: Em partiyên Rojava li vir xwedî dikin û xizmeta koçberan dikin. Me pêşmerge şandine Kobaniyê. Partiyên Rojava bixwe li hev nakin. Ma vêca em çi bikin? Me ne ji bo van partî û aliyan hêz şande Rojava û Kobaniyê. Me ji bo piştgiriya YPGê hêz şandin. Em bêyî cudahî alîkarî hemû kurdên Rojava dikin û ji wan daxwaz dikin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ti pirsgirêkek me ligel ti aliyekê Rojavayê Kurdistanê nîne.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    PDK û PYD bi hev re diçin Rûsyayê
    Mele Bextiyar: ‘Divê PYD û PDK lihev bikin'
    PDK Bakur bangî PYDê kir: Bila Pêşmergeyên Roj derbas bibin
    PDK-Î yê serdana PYDê kir
    Alîgirên PYDê êrîşî nivîsgehên PDK-S û Yekîtiyê kir
    ENKS: PYDê bi xwe êrîşî nivîsgeha PDK-Sê ya Girgê Legê kiriye
    Etîketan:
    PYD, PDK, Kakemîn Necar, Kobanî, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de