15:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Fuad Hisên: Hevkariya amerîkî û kurdî dê berdewam bike

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên derbarê armanca serdana şandeya kurdî bo Wahsingtonê de axivî û diyar kir ku armanc zanîna siberoja têkiliyên Herêma Kurdistanê û birêveberiya Amerîkayê ya nû ye ku rayedarên wê teqez kiriye ku Amerîka dê li ser piştgiriya kurdan berdewam be.

    Hisên diyar kir ku sedema serdana şandeya Kurdistanê ya Şêwirmendê Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serokatiyawê dike bo Wahsingtonê ew e ku bizanin bê nerîna birêveberiya Trump li têkiliyên kurdî-amerîkî çi ye.

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Şêwirmendê Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên berî çend rojan serdana Washingtonê kir ta ku bi rayedarên amerîkî re derbarê siberoja Kurdistanê, piştgiriya Pêşmergeyan û mijarên de biaxivin.

    Hisên derbarê mijarê de wiha axivî: "Tîma Trump di dema helmeta xwe ya hilbijartinê de bi erênî li Kurdistana Iraqê dinerî û di hevdîtinên me pêk anîn de, hemû rayedarên amerîkî teqez kir ku ew piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge".

    TÊKILIYÊN AMERÎKA, PIŞTÎ DAIŞÊ JÎ, DÊ BI KURDAN RE BERDEWAM BIKIN"

    Herwiha rayedarê kurd diyar kir, amerîkiyan gotiye ku têkiliyên wan bi kurdan re, piştî têkbirina DAIŞê jî dê berdewam bikin û hebûna Amerîkayê li herêmê jî dê berdewam bike û wiha dewam kir: "Hemû nîşande diyar dikin ku birêveberiya Amerîkayê ya nû dê piştgiriya xwe ji Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge re xurt bike".

     

    Bi heman mijarî:

    Fûad Hisên û Elî Bapîrî civiyan
    Fermandarê YPGê Hisên Çawîş jiyana xwe ji dest da
    Fuad Hisên: 'Dewleta kurdî bi hêsanî ava nabe'
    Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
    Kalîforniya ji bo veqetandina ji Amerîka gava pêşî avêt
    Amerîka: Me piştgiriya Tirkiyeyê ji bo Babê nekiriye
    Etîketan:
    DAIŞ, Donald Trump, Fuad Hisên, Mesrûr Barzanî, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de