23:06 19 Hezîran 2018
Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

Li Hewlêrê 4 kesên ji malbatekê ji ber dûxanê jiyana xwe ji dest da

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ji heman malbatê 4 kes ji ber dûmana jeneratorê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên Rûdawê Rêveberiya Asayîşa Qezayê ya Xebatê diyar kir ku şeva borî saet di 00:30yî de li Taxa Mamsintê ji ber dûxana jeneratöre zilamek, du hevjînên wî û keça wî fetisîne û jiyana xwe ji dest dane.

Asayişê diyar kir ku 4 zarokên din ên wê malbatê jî bi jehrê ketine û li nexweşxaneyê tên dermankirin lê rewşa tenduristiya wan ne baş e.

Hat gotin ku malbatê di malê xwe jeneratöre xebitandine û razane û di encamê de hundir malê tijî dûxan bûye û bûye sedema bûyerê.

Her wiha asayişê dest nîşan kir ku zilam 36 salî bû, jevjîneke wî 34, hevjîna wî ya din 22 û keça wî jî 12 salî bû.

Bi heman mijarî:

Li Rûsyayê qeza: Jê 10 zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Erbîlê qeza: 2 mirî 2 jî birîndar
Li Gurgumê qeza: 2 mirî û birîndarek!
Li Îzmîrê qeza: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Bayburtê qeza: Miriyek û 4 birîndar
Li Îranê qeza: 20 mirî, 20 jî birîndar
Li Bedlîsê qeza: 2 mirî 13 jî birîndar
Etîketan:
jiyana xwe ji dest da, malbat, dûxan, Rûdaw, Rêveberiya Asayîşa Qezayê ya Xebatê, Kurdistan, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de