05:52 20 Çile 2018
Zindî
    Kurdên şebek li kampê

    Kurdên şebek: Gundên me di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûne du beş

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gel ku hemû gund û navçeyên kurdên şebek ên li nav sînorên parêzgeha Nînewayê hatine rizgarkirin jî kurdên şebek naxwazin vegerin gundên xwe, ji ber piraniya gundên wan di bin destê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî de ne.

    Kurdên şebek dixwazin ku gundên wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bên parastin û dibêjin, "piraniya gundên me niha di bin destê Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî de ne, ti misogeriyekê parastina jiyana me tine."

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Civata Parêzgeha Mûsilê û nûnerê kurdên şebek Xezwan Dawûdî re gotiye; "Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser şerê Mûsilê bûye sedem ku gund û navçeyên me di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bên parvekirin."

    "JI 57 GUNDAN, TENÊ 22 GUND DI BIN DESTÊN PÊŞMERGEYAN DE NE"

    Dawûdî da zanîn, ku li deşta Nînewayê 57 gundên şebek hene, lê tenê 22 gund di bin desthilata Hêzên Pêşmerge de ne û 35 gundên din jî di destê Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî de ne û got; "Gundên me bi ser du bereyan ve hatine dabeşkirin. Piraniya kurdên şebek ji vê rewşê nerazî ne û naxwazin di vê rewşê de vegerin malên xwe. Ji ber ku ji parastina can û malên xwe ne piştrast in."

    Nûnerê kurdên şebek eşkere kir, ku wan ev mijar gihandiye cem Serokatiya Herêma Kurdistanê û ew dixwazin ku ji bo 35 gundên wan têkevin bin desthilata Hêzên Pêşmerge, rapirsî bê pêkanîn.

    "EREB LI GUNDÊN ME HATINE BICIHKIRIN

    Herwiha Xezwan Dawûdî got ku niha li gundên wan xelkên ereb hatine bicihkirin û divê ev mijar jî bi awayekî sivîl bê çareserkirin.

    Hejmara şêniya kurdên şebek nêzîkî 400 hezar kes e û piraniya gundên wan li navçeyên Başîqa, Bertile, Hemdaniye û Tilkêfê ne.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerên kurdên Şebek: Herêmên ku em lê dijîn bila bi ser Kurdistanê vebin
    Barzanî:'Çend gundên şebek û kakaiyan jî di nav de 60 km hat rizgarkirin'
    Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê: Îran meha Mijdarê 13 kurd bi dar vekirin
    Amerîka: Kurd hevkarên me yên stratejîk in
    Îranê girtiyê kurd radestî Sûriyê kir
    Bibîne bê jinên kurd li Hesekê çawa şerê DAIŞê dikin
    Etîketan:
    kurdên şebek, Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Pêşmerge, Xezwan Dawûdî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de