06:29 24 Çile 2018
Zindî
    Rojnamevan

    Nûçegihanê kanala KNN TVyê kuştî hat dîtin

    © Flickr/ Eelco
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku rojnamevan û wênegirê kanala KNN TVyê Şukrî Zeynedîn li gundekî ser bi navçeya Amêdiyê ve kuştî hat dîtin.

    Kanala KNN ragihand ku wênegirê wan ê bi navê Şukrî Zeynedîn ku ev 6 sal in karê wênegiriyê dike û herwiha peyamnêrê Tora Medyaya Goran e, êvara roja pêneşemê li gundekî Amêdiye ya Duhokê bi kuştî hatiye dîtin.

    Derheqê mijarê de Berpirsê Ragihandina Polêsên Duhokê Hêmin Etrûşî ji Rûdawê re ragihand ku termê Şukrî Zeynedîn li gundekî vala hatiye dîtin. Li gel hevalekî xwe çûye wê derê. Dibe ku ji bo nêçîrê çûbine wê derê û paşî hevalê wî agahiya kuştinê daye."

    Li gorî ragihandina kanala KNN, ev 4 roj in tu agahiyê ji peyamnêrê xwe nagrin. Şukrî Zeynedîn di sala 1976ê ji dayik bûye û bavê 9 zarokan e.

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn
    4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn
    Bi sedan rojnamevan derbasî sengerên Mûsilê bûn
    Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
    Piştî êrişa karwana Kiliçdaroglu rojnamevan Ergun Babahan hate desteserkirin
    Etîketan:
    kuştina rojnamevan, Wênegirê kanala KNN TVyê, Şukrî Zeynedîn, Hêmin Etrûşî, Dihok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de