06:31 24 Çile 2018
Zindî
    YNK

    Konferansa Partiyên Sosyal Demokratên Cîhanê li Herêma Kurdistanê tê sazkirin

    © Foto: PUK MEDIA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şandeke YNKê ji bo amadekariyên sazkirina Konferansa Partiyên Sosyal Demokratên Cîhanê li Herêma Kurdistanê serdana Almanyayê dike.

    Şandeke Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji bo amadekariyên Konferansa Partiyên Sosyal Demokratên Cîhanê ku dê li Herêma Kurdistanê bê saz kirin serdana Almanyayê dike.

    Hat ragihandin, dê şandeya YNKê li Almanya û welatên Ewropî bi partiyên sosyal demokrat, sosyalîst û hêzên demokrat yên ereb re civînan pêk bîne û amadekariyê ji bo konferansê bike.

    Li gor medya herêma Kurdistanê Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre daye xuyakirin ku dê şandeya YNKê li Almanyayê bi rêvebirên Partiya Demokrata Alman re jî bicivin.
    Konferansa Partiyên Sosyal Demokrat yên Cîhanê tê çaverêkirin ku di navbera rojên 11-12ê Kanûna 2016an de li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    "Li ser banga barzanî divê YNK û PDK bi hev re bixebitin"
    YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
    YNK: Em hevkarê stratejîk ê Şîayên Bexdayê ne
    Tevgera Goran li benda baskên YNK’ê ye
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Konferansa Sosyal Demokratên Cîhanê, Ehmed Pîre, YNK, Kurdistan, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de