16:44 25 Hezîran 2018
Ernst and Young

Herêma Kurdistanê bi Ernest&Young re li hev kir

© Flickr/ gab482
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan girêbesta duyem a ji bo çavdêrîya dahata petrol û gazê bi şîrketa ERNST&YOUNG a taybet re îmze kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 30ê Mijdarê bi beşdariya Serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna rayedarên kompaniya ERNST & YOUNG girêbestek îmze kir ku wek pêngaveke girîng bo şefafbûna dahat û xercîneyên petrol û gazê hat nirxandin.

'JI ŞEFAFBÛNÊ PÊNGAVEKE GIRÎNG E'

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma îmzekirina girêbestê de got, ‘Ev girêbest pêngaveke girîng e ji bo berfirehkirina şefafbûnê di sektora petrol û gaz a Herêma Kurdistanê de.'

GIRÊBESTA DUYEM A BI KOMPANIYEKE NAVDEWLETÎ RE

Hêjayî gotinê ye, ev girêbesta duyemîn e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çavdêrîkirin û şefafbûna aboriyê bi kompaniyeke navdewletî re tê îmze dike.

Serê sala 2016an bi kompaniya Deloitte re hatibû îmzekirin ku ew kompaniya li seranserê dinyayê kompaniya herî mezin a şêwirmendiya çavderiya bac, rêvebirî û jimaryariyê ye.

Bi heman mijarî:

Piştî ku xeta boriya avê ya li herêma şer zirar dît, 650 hezar musîlî bê av man
Seroktiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Barzanî daxuyanî da
Rûsya: "Artêşa Sûriyeyê ji sedî 40ê herêma rojhilatê Helebê rizgar kir"
YPGê: Di şerê herêma Şedadê de 57 terorîst hatin kuştin
Etîketan:
Şefafbûna Dahata Petrol û gazê, Girêbesta Petrol û Gazê, Ernst & Young, Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de