18:43 26 Gulan 2018
Pêşmerge

'Pêşmerge axa Kurdistanê girtiye, ketina nav Mûsilê dê li ser daxwaza Iraqê be'

© Foto : kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Cafer li pêşveçûnên operasyona Mûsilê û beşdarbûna Pêşmergeyan a nav bajêr got, 'Em ê gotûbêj bikin'.

Di operasyona Mûsilê ya ji 17ê Cotmehê ve berdewam dike de, nîqaş li ser derbasbûna nav bajêr ya hêzên Pêşmerge têne kirin.

Pêşmerge - operasyon - Mûsil
© Sputnik / Hikmet Durgun
Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa li ser derbasbûna hêzên Pêşmerge bo navenda bajarê Mûsilê got, ‘Hêzên Pêşmerge li gor rêkeftina bi hêzên Iraqê re piştevanî û parastina wan hêzan dikin. Heta niha daxwaza çûna Pêşmerge ya nav bajêr nehatiye kirin. Heger bê xwestin em ê li ser gotûbêj bikin û paşê biryarê bidin.'

Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge ji kdp.info'yê li ser pêşveçûnên hêzên Iraqî û Pêşmergeyan axivî û bersiva nîqaşên li ser ketina nav bajarê Mûsilê helwesta hêzên Pêşmerge eşkere kir.

‘MÛSIL ÎSAL BI YEKCARÎ RIZGAR NABE'

Şêx Cafer diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê li Mûsilê pêşketinên baş bidest xistine û got, "Lê terorîstên DAIŞê bi rêya xwekuj û otomobîlên bombekirî li ber xwe didin da ku pêşdeçûna hêzên Iraqê rawestînin. Lê hîn jî baş pêşve diçin û dê Mûsil her rizgar bibe, lê mirov nikare bêje dê Mûsil îsal bi yekcarî bê rizgarkirin."

'PÊŞMERGE ARTÊŞA IRAQÊ DIPARÊZE'

Fermandarê Pêşmerge li ser pêwîstiya beşdarbûna Hêzên Pêşmerge di şerê nava Mûsilê de daxuyakirin, hêzên Pêşmerge ji gelek aliyan ve artêşa Iraqê diparêzin û DAIŞ nikare ji ber piştevaniya Pêşmerge êrîşên berovajî bike û wiha axivî:

"Heta niha jî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge nehatiye kirin ku di şerê nava bajêr de beşdar bibin û eger daxwazek wisa ji me hat kirin, em ê li ser gotûbêjan bikin û biryarê bidin."

'ME AXA KURDISTANÊ GIRTIYE'

Şêx Cafer herwiha got, ‘Tişta ku me kiriye ew e ku Hêzên Pêşmerge axa Kurdistanê girtine û li gorî rêkeftinê me çeperên xwe çêkirine.'

Bi heman mijarî:

Ebadî: Em plan dikin ku şerê li Mûsilê îsal bi dawî dibe
Di şerê Mûsilê de rêbazeke nû tê bikaranîn
DAIŞ li Mûsilê 'Mohra Sor' dide çekdarên xwe
Memozînî: DAIŞê derbeyên giran li Mûsilê xwarine
Fermandarê Amerîkî: Hindik ma em alaya Iraqê li Mûsilê daliqînin
Etîketan:
Fermandarê Pêşmerge Şêx Cafer, Şerê Mûsilê, Artêşa Iraqê, Pêşmerge, KURDISTAN, IRAQ, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de