13:57 22 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

Li Herêma Kurdistanê 3 kes kuştî hatin dîtin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Herêma Kurdistanê li nêzîkî gundê Tawêrberz ê bi ser navçeya Çemçemalê 3 kesên ku nasnameyên wan nehat zanîn, bi kuştî hatin dîtin

Li gorî nûçeyeke Rûdawê li bajarokê Tekiyeya Cebarî ya girêdayî Navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li nêzîkî gundê bi navê Tawêrberzê termên 3 xortan hatin dîtin. Hat diyar kirin ku navên wan xortan nehat zanîn û tu nasname jî li ser wan nehatine dîtin.

Li gorî nûçeyê ji Navenda Polîsan polîsê bi navê Salar Mihemed Ferîq daxuyand ku, "Ew her 3 kes bi guleyan hatine kuştin û rûyê û devê wan hatibûn pêçandin û destê wan jî ji paş wan ve hatib3un girêdan.Tê xuya ku ew her 3 kes esilereb bin û temenê wan jî di navbera 25 û 35 salî de ye."

Hat diyar kirin ku ji bo tespîtkirina nasnameya wan kuştiyan termên wan sewqê Tiba Edlî ya Silêmaniye hatine kirin.

Bi heman mijarî:

PDK bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiya
Kurdên Şebek ji NY û Herêma Kurdistanê alîkariyê dixwazin
Seroktiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Barzanî daxuyanî da
Hikûmeta Kurdistanê muçeya mamostayan zêde kir
Kurdistanê banga alîkariya lezgîn kir
Etîketan:
kuştî, term, Rûdaw, Tiba Edlî ya Silêmaniyê, Navenda Polîsan, Salar Mihemed Ferîq, Herêma Kurdistanê, Çemçemal, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de