13:53 24 Hezîran 2018
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

PDK bi Komelê Îslamî Kurdistan re civiya

© Flickr
Kurdistan
Lînkê kurt
0 65

Partî Demokratî Kurdistan (PDK)îro li Hewlêrê li gel Komelê Îslamî Kurdistan civiya.

Şandeke PDKê ya di bin serokatiya Sekreterê Mektebî Siyasî yê PDKê Fazil Mîranî de îro (30.11.2016) li bajarê Hewlêrê saet di 15.00a de serdana Komelê Îslamî Kurdistan kir.

Şanda PDKê ji aliyê şandeke Komelê İslamî ya di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Komelê Îslamî Kurdisyan Elî Bapîr dehat pêşwazî kirin û di wê serdanê de çareserkirina qeyranên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hat axaftin.

Piştî serdanê Mîranî û Bapîr daxuyaniyeke kin dan çapemeniyê û di wê daxuyaniyê de diyar kirin ku peyweyndiyên wan ên li gel hevdu wê berdewam bikin û hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê wê bidomin.

Serdana şanda PDKê ya li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ev çend roj in berdewam dike. Şanda PDKê piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi peyamekê bangî aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû, dest bi serdanên xwe kiribû.

Bi heman mijarî:

PDK bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiya
PDK û Yekgirtûya Îslamî li hevdu civiyan
PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
PDK: Em ji diyalogê re amade ne
Etîketan:
civîn, serdan, Sekreterê Mektebî Siyasî yê PDKê, Sekreterê Giştî yê Komelê Îslamî Kurdistanê, Komelê Îslamî Kurdistan, Serokê Herêma Kurdistanê, PDK, Fazil Mîranî, Elî Bapîr, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de