14:49 25 Sibat 2018
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    ‘Em amadene ku pirsgirêkên xwe li gel Bexdayê çareser bikin'

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Siyasî Miroslav Jenca de got ku ew amade ne pirsgirêkên xwe li gel Bexdayê bi diyalogê çareser bikin.

    Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Siyasî Miroslav Jenca û Nûnerê Taybet yê NY li Iraqê Jan Kubis li Hewlêrê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin. Barzanî di hevdîtinê de ji civaka navdewletî daxwaza alîkariya rasterast an jî bi rêya NYyê kiriye.

    Barzanî herwiha behsa mijarên ku di navbera Bexda û Hewlêrê dibin sedema nîqaşê kir û got: "Di çend mehên derbasbûyî de ji aliye leşkerî ve di navbera her du aliyan de hemahengiyeke baş hebû di encamê de li hember terorîstan serkeftinên mezin hatine bidestxistin."

    'DI MIJARÊN DIN DE HEVKARÎ NEGIHIŞTIYE WÊ ASTÊ'

    Barzanî di berdewamiyê de destnîşan kir ku di mijarên din de hemahengî û hevkarî negihiştine wê astê û wiha pê de çû: "Lê weke Herêma Kurdistanê em amade ne pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê, bi rêya diyalog û ji hev fêmkirinê çareser bikin."

    JENCA: JI BO KOÇBERAN EM Ê HEWLA ZÊDETIR BIDIN

    Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Siyasî Miroslav Jenca jî tekez kir ku dê hewlên NY, ligel civaka navdewletî, ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin û got; "Em ê hewl bidin alîkariyeke zêdetir bigihînin koçberên li Herêma Kurdistanê."

    Jenca herwiha diyar kir, ew hêvî dikin piştî nemana DAIŞê koçber vegerin malên xwe û ji bo parastina aştî û bi hevre jiyana pêkhetayên cuda, projeyek bê amadekirin. Miroslav Jenca destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew amadene navbeynkariyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
    Nêçîrvan Barzanî: Baştir e ku parlementerên kurd vegerin Iraqê
    Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
    Nêçîrvan Barzanî; Divê di hemû waran de reform bên kirin
    Etîketan:
    koçber, Neteweyên Yekbûyî (NY), DAIŞ, Miroslav Jenca, Jan Kubis, Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistanê, Bexda, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de