09:45 18 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    YPGê: Di şerê herêma Şedadê de 57 terorîst hatin kuştin

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28610

    Li herêmên Şedadê di navbera şervanên YPGê û terorîstên DAIŞê de şerên dijwar rû dan. YPGê ragihand ku di encamê şerên dijwar de 57 terorîst hatine kuştin.

    Navenda Ragihandina YPGê bi daxuyaniyekê diyar kir ku terorîstên DAIŞê êrîşî noqteyên şervanan kirine. Di bersivdayîna şervanan de, şerên dijwar qewimîne û êriş hatine şkandin.

    Navenda çapameniyê destnîşan kir ku terorîstên DAIŞê 26ê Mijdarê saet di 03.30an de li hemberî gundê Ebû Fas û herêma dikeve navbera gundên Malha û Mekmen ên giredayî Şedadê, êrîşek berfireh lidar xistine. Bi piştgiriya wesayîtên zirxî hejmarek zedê çete, ji 5 baskan ve êrîşî 4 noqteyên hêzên me kirine.

    Li ser bersivdayina hêzên YPGê şerên dijwar rû daye. Piştî şerên dijwar êrişên DAIŞê bi temamî hatine şkandin û ziyanek mezin gihandine DAIŞê. Hate eşkere kirin ku di wan şerên dijwar de 57 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

    Herwiha YPGê da zanîn ku di şerên dijwar de 6 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Li embarên YPGê du teqîn
    "Amerîkayê moşekên antî-tank dane YPGê"
    Li Qamişloyê di navbera YPGê û Artêşa Sûriyeyê de şer derket
    Terorîstan êriş kir: 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest da
    230 şervanan sonda têkoşîne xwar û tev li YPGê bûn
    Etîketan:
    kuştin, terorîst, pêkanîn, êriş, DAIŞ, Navenda Ragihandina Çapemenî ya YPGê, Şedadê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de