13:14 21 Tebax 2017
Zindî
    Gora komî

    Li Şingalê du gorên komî hatin dîtin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 479 0 0

    Li navçeya Şingalê ya Mûsilê du gorên komî yên Kurdên Êzidî hatin dîtin. Qeymeqamê Şingalê diyar kir ku bi dîtina van her du goran, hejmara gorên komî gihîşt 29a.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl anî ziman ku îro du gorên din ên bi komî yên Kurdên Êzidî li rojhilatê Şingalê li gundê bi navê Şebabîkê hatin dîtin. Xelîl dest nîşan kir ku di her gorekê de 10 term hene.

    Mehma Xelîl derbirî ku hemû kesên di wan gorên komî de Êzidî ne û piraniya wan jî zilam in û bi dîtina van goran hejmara gorên komî gihîşt 29a.

    Bi heman mijarî:

    Gorên komî yên Şingalê hîna venebûne
    Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
    Li Iraqê 50yan zêdetir gorên komî hatin dîtin
    Li bajarê Rûmadî 3 gorên komî hatin dîtin
    Etîketan:
    hatin dîtin, gorên komî, Rûdaw, Qeymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl, Mûsil, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de