07:29 21 Tebax 2017
Zindî
    mamoste-dibistan-xwendevan

    Hikûmeta Kurdistanê muçeya mamostayan zêde kir

    © Foto: Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku muçeyên mamosteyan zêde bike. Li gorî biryarê, muçeya mamostayên nav bajaran 100 hezar û yên derveyî bajaran jî 150 hezar dê bên zêdekirin.

    Wezareta Perwerdeheyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi armanca baştirkirina xizmeta pêvajoya perwerdehiya Herêma Kurdistanê, bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çend civîn hatine sazkirin.

    Li gorî Rûdawê, herî dawî îro 26-11-2016 bi beşdarbûna Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Perwerdehiyê, berpirsên Wezareta Darayî, serokê û cîgirên civata parêzgehan û Yekîtiya Mamostayan civînek hatiye lidarxistin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku muçeyên mamostayan bên zêde kirin. Li gorî biryarê de muçeyên mamosteyên nav bajêran 100 hezar û yên derveyî bajêran jî 150 hezar bên zêdekirin.

    "BANG LI MAMOSTEYAN HAT KIRIN"

    Wezareta Perwerdehiyê radigihîne ku dê hikûmet ji bo cîbicîkirina sozên xwe kar bike da ku muçeyên karmendan bên dabînkirin, piştî ku muçe bi sîstema bayometreyê ya elektronîkî hatine tomarkirin dê muçeyên nehatine dayîn jî bikevin ser hesabên wan.

    Herwiha di daxuyaniyê de Wezareta Perwerdehiyê daxwaz dike ku mamosta careke din vegerin dibistanên xwe da ku zêdetirî 700 hezar xwendekarên Silêmanî û Helebceyê ji xwendinê bê par nemînin.

    Bi heman mijarî:

    2 hezar û 400 mamosteyên din ji kar hatin dûrxistin
    Li Amedê 19 mamosteyên endemê Egitim-Senê hatin desteserkirin
    Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
    Rojava - Mamosteyên kurdî ji bo dibistanan tên perwerdekirin
    Yekîtîya Mamosteyên Herêma Kurdistanê mehaneyên xwe dixwazin
    Mamosteyên zimanê kurdî dest bi kar kirin!
    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Etîketan:
    muçe, bang, mamoste, Wezareta Perwerdehiyê, Helebce, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de