03:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

    Kurdistanê banga alîkariya lezgîn kir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 304 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji destpêka operasyona Mûsilê û heta niha 52 hezar koçber hatine Herêma Kurdistanê û teqez kir ku pêwîst bi alîkariyê heye.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê û heta niha, 68 hezar kesan ji Mûsilê koç kiriye. 74%ê vê jimarê, wate 52 hezar kes (10 hezar malbat) hatine Herêma Kurdistanê û li kampên Xazir, Hesen Şam û Dibegeyê yên Hewlêrê û herwiha li kampên Zêlkan û Nêrgîzlî yên Dohokê hatine bicîhkirin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê balê dikişîne ser daxuyaniya Navenda Heveş a Hemahengiya Krîzan dike û diyar dike, "Heta niha li Kurdistanê 4 kamp ji bo koçberên Mûsilê hatine amadekirin. Heşt kampên din jî tên avakirin. Bi temamkirina van kampan dikarin pêşwaziya 43 hezar malbatan anku 244 hezar kesan bikin."
    "MEHANE, 962 DÎNAR PÊWÎST E"

    Herwiha di daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike ku ji bo dabînkirina pêwîstiyên sereke yên koçberan her meh pêwîstî bi 962 milyon dînar pere heye ku ev yek di demekê de ye ti alîkariyeke darayî rasterast ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re nehatiye.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rewşa koçberan de hişyariyê jî dide û radigihîne, "Ji ber nebûna av, xwarin, derman, sotemenî û pêwîstiyên sereke, rewşa jiyana piraniya xelkê navçeyên hatine kontrolkirin, xirab e. Eger weke pêwîst û bi lezgînî alîkarî negihê wan, neçar dibin navçeyên xwe bihêlin û bêne Kurdistanê."

     

    Bi heman mijarî:

    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    'Ebadî plana ragihandina dewleta Kurdistanê dike'
    Serokê Tevgera İslamiya Kurdistanê serdana Mesûd Barzanî kir
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Şêwirmendê Trump: Em ê dewleta Kurdistanê bibînin
    Gelo we ev bihîstibûn? Rojeva germ bi Spûtnîk Kurdistanê re!
    Etîketan:
    pêwîst, lezgîn, penaber, alîkarî, koçber, Xazir, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de