18:27 20 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Du malbatên kurd navê Trump li zarokên xwe kir

    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Şeva Trump hat hilbijartin, malbateke kurdên êzidî navê kurê xwe yê wê şevê ji dayik bûbû kir Trump, bi hêviya ku serokê nû yê Amerîkayê dawiya DAIŞê bîne. Herwiha Pêşmergeyekî ku niha şerê DAIŞê dike, navê kurê xwe kir Trump û hêvî kir ku piştgiriya Amerîkayê ji pêşmergeyan re berdewam bike.

    Hesen Cemilê pêşmerge ku niha şerê DAIŞê dike, wiha axivî: Ez ji Donald Trump hez dikim. Min gelekî dixwest ku bê hilbijartin û bibe serokê Amerîkayê. Wiha bawer dikim ku xwedî kesayeteke xurt e, lewra min navê wî li kurê xwe kir."

    "HÊVÎ DIKIM, PIŞTGIRIYA WÎ JI PÊŞMERGEYAN RE BERDEWAM BE"

    Li gorî nûçeya NRT, Cemîlê pêşmerge wiha dibêje: "Şeva hilbijartinê ku xelkê dengê xwe dida ez di xew re neçûm heta ez piştrast nebûm ku Trump bi ser ketiye."

    Herwiha pêşmergeyê 24 salî piştrast e ku polîtîkaya Trump dê "ji bo kurdan baş be" di şerê li dijî DAIŞê de û hêvî dike ku piştgiriya Amerîkayê ji pêşmergeyan re berdewam bike.

    "TRUMPÊ BIRAYÊ DILBIRÎN…"

    Ji aliyê din ve, ev malbata kurd ne tekane malbat e ku navê Trump li kurê xwe kiriye. Şeva ku Trump dihat hilbijartinê, zarokeke malbateke êzidî ku gelek êş û azar ji destê DAIŞê dîtibûn hat dinyayê û malbatê navê wî jî kir Trump.

    Li gorî nûçeya Haym Solomon Centerê, çîroka vî Trump vedigere berî du salan, dema ku dayika wî bi kurê xwe yê yekem ducanî bû û DAIŞê êrîşî Şingalê kir ku malbat neçar ma, birevin çiyayê Şingalê. Li ser wî çiyayê heft rojan bê nan û av man ku di wê demê de Dilbirîn ji dayik bû. 

    Piştî salekê gava ku Dilbirîn di bin kon de bû û dayika wî li derve nan ji bo kurê xwe çêdikir, germkera gazê xera bû û kon şewitand. Piştî wê ew lastîka konî bi ser rûyê Dilbirînê yeksalî de heliya. Dayikê karî kurê xwe xelas bike ji mirinê lê mixabin bi giranî şewitîbû û rûyê wî jî çûbû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hitler jî sloganên Trump bi kar anîbûn
    'Divê Pûtîn, Erdogan û Trump pergala cîhanê pêk bînin'
    Dalay Lama, di mijara Trump de ne bi endişe ye
    Serokê Koreya Bakur nameyek ji Trump re şand
    Sîsî: Bi ya min Trump wê hîn zêde bi mijarên herêmê re leqeder bibe
    Trump, namzedê xwe yê Dîrektoriya CIAyê eşkere kir
    Pêşî Serokwezîrê Japonyayê bi Trump re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    zarok, DAIŞ, Hesen Cemîl, Donald Trump, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de