18:25 25 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî û Ashton Carter

Barzanî û Ashton Carter bi rêya telefonê axivîn

© Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya telefonê axivîn.

Di pêwendiyeke telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê de bi rêya telefonê gotubêjek kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di vê pêwendiya telefonî de, Wezîrê Parastin ê Amerêkayê xweşhalî û pîroziya xwe bi boneya serkeftinên Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê di eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê nîşan da. Herwiha pêzanîn jî ji bo asta baş a hemahengî û karê hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hebû."

Barzanî û Carter tekezî li ser giringiya berdewambûna hemahengiya navbera hevpeymanan û Pêşmerge û Artêşa Iraqê, bi taybet di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê de kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir: "Her di vê pêwendiya telefonî de, Barzanî spasiya gel û hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku di şerê terorê de piştevanên Pêşmerge bûne û serkeftina yekcarekî li hember terorîstan jî hêvî kir."

Bi heman mijarî:

Barzanî û Carter behsa rewşa Mûsilê ya piştî rizgarkirinê kir
Wezîrê Berevaniya DYAyê Carter: Tirkiye û Iraq di mijara operasyona Mûsilê de lihev kirin
Carter li parlamentoya Tirkiyeyê got: "Em dostê we ne"
Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Carter çû Enqereyê
Carter: Hevkariya DYA û Tirkiyê li hemberî DAIŞê gelekî xurt e
Etîketan:
Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Serokê Herêma Kurdistanê, Ashton Carter, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de