02:54 18 Çile 2018
Zindî
    Petrol

    Yekemîn palîngeha Kerkûkê, li bendî pesendkirina Bexdayê ye

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tê plankirin ku li bajarê Kerkûkê palîngeheke nû nû were avakirin ku rojane 70 hezar bermîl petrol derxîne.

    Hêjayîya vê projeya 500 milyon dolarî ya ji aliyê kesekî ve hatiye amadekirin, Encûmena Meclîsa Parêzgeriya Kerkûkê pesend kiriye lê proje hîn jî li benda erêkirina Bexdayê ye.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Lijneya Enerjî û Petrolê li Meclisa Encûmena Parêzgeriya Kerkûkê Fûad Hûseyîn diyar kir ku heger projeya navborê were bicîkirin, pêwîstiya sotemeniya tevihaya bajêr dê bi giştî bê tabînkirin.

    Fûad Hûseyîn wiha got: "Ji bo lezandina pêvajoyê divê parlamenterên kurd ên li parlamentoya Iraqê zextên xwe zêde bikin. Ez hêvî dikim ku hikûmeta navendî ti pirsgirêkan dernexe."

    "HÎN JÎ PALÎNGEHA BAJARÎ TINE"

    Kerkûk yekem bajar e, li Iraq û herêma Kurdistanê ye ku petrolê hinarde dike lê hîn palîngeha wî tine.

    Hikûmeta Iraqê ji sala 1935ê heta êrişa DAIŞê petrola bajarê Kerkûkê hinarde dikir.

    Di sala 1970an de hinardekirina petrola Kerkûkê rikor şikendibû û rojane ji bajêr milyonek û 600 hezar bermîl petrol dihat hinardekirin.

    Li gorî daneyan li Kerkûkê 11 milyar bermîl petrola nederxistî hîn hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kerkûk ticarî dê nebe bingeheke terorîstan
    Serokê Kurdistanê: "Bila hemû gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin"
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    KERKÛK - Xwekujên DAIŞê êrîşî kargeha gazê kir
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
    Etîketan:
    palîngeh, DAIŞ, Encûmena Meclîsa Parêzgeriya Kerkûkê, Fûad Husên, bexda, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de