01:55 21 Çile 2018
Zindî
    Helepçe

    "Li Helebceyê 5 çekdarên nenas hatin kuştin"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Parêzgarê Helebceyê Elî Osman ragihand, 5 çekdarên nenas ên ku şeva bihorî li Helebceyê hatibûn dîtin, hatine kuştin û tenê hîn rewşa yekî ji wan ne diyar e.

    Parêzgarê Helebceyê yê bi wekalet, Elî Osman di daxuyaniyekê de ragihand: Li çiyayên gundê Giryane ya ser bi Helebceyê, 3 çekdarên nenas hatine kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandiye. Geryan û pişkinîn bo çekdarê şeşan jî hî berdewam e.

    PARÊZGARÊ HELEBCEYÊ: BILA WELATÎ REHET BIN

    Parêzgarê Helebceyê yê bi wekalet da xuyakirin ku 6 endamên wê koma çekdarî 6 hebûne.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Elî Osman herwiha ragihand ku rewşa Helebceyê û derdora wê aram e û hêzên ewlehiyê bo dîtina çekdarên şeşan operasyonên lêgerîn berdewam dikin.

    TERORÎST ÇAWA EŞKERE BÛN?

    Êvariya roja şemiya duh, li nêzîkî çemê gundê Giryaneyê ku bi qasî 21 kîlometreyan ji bakurê rojhilatê Helebceyê dûr e, hejmarek terorîstên DAIŞê hatine dîtin.

    Piştî ku Asayiş ji hebûna wan çekdaran hat agahdarkirin, şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û çekdaran de derket. Di encama şer de pêşmergeyek birîndar bûbû.

    Li gel belavbûna nûçeyê jî, dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ew kom wek komeke terorîstî nas kirç

    YNK: EW DAIŞÎ NE

    Cîgirê Melbenda 9 as Şarezorê yê Yekîtiya Niştİmaniya Kurdistanê (YNK), Ehmed Qedeferî jî ragihand: "Demek dibe, me zanyarî heye ku li sînorê gundê Giryaneyê yê Helebceyê komeke çekdarên DAIŞê hene."

    Ehmed Qedeferî tekez kir: "Eger ew 5 çekdar, her hemû jî xelkê Helebceyê nebin jî, bêguman çend kesên wan her xelkê deverê ne. Çimku ew dever devereke pir zehmet e û yê ku şareza nebe, qet jê dernaçe."

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
    130 xort û keçên Helebce çûne Qendîlê
    Binemala Mîrê êzdiyan: "Pêşmerge xwedîtî li hemû olên Kurdistanê kir"
    Almanya çekan ji Pêşmerge re şand
    Şêwirmendê Serokatiya Kurdistanê: Pêşmerge dê li deverên rizgarkirî venekişe
    Merkel: Piştgiriya me ya ji bo Pêşmerge wê berdewam bike
    'Pêşmerge li Mûsilê kembera ewlehiya DAIŞê şikand'
    Ebadî bersiva Barzanî da: Pêşmerge dê vekişin
    Etîketan:
    YNK, DAIŞ, Ehmed Qedeferî, Elî Osman, Helebce, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de