01:09 23 Çile 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Li Kurdistanê Festîwala Gelawêjê destpê kir

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê 20emîn Festîvala Wêjeyî û Hunerî ya Gelawêjê destpê kir û wê 4 rojan berdewam bike.

    Li gorî agahiyên Rûdawê ji xeynî nivîskarên Herêma Kurdistanê û Kurdistana Îranê nivîskar, helbestvan û rexnegirên ji Iraq, Lubnan, Îran û Ermenîstanê jî ji bo festîvalê hatine vexwendin.

    Di festîvalê de wê li ser qirkirina Kurdan û Ermeniyan gotar werin pêşkeş kirin û her wiha wê li ser cîhana felsefeyê jî axaftin werin kirin. Li gel vê yekê roja sêyem a festîvalê nivîskarên Ereb û Faris wê di derbarê çanda Erebî û Farisî de gotaran pêşkeş bikin.

    Her wiha Endamê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di destpêka festîvalê de axaftinek kir û di axaftina xwe balkişand ser Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê yên girtî kir û silav ji bo wan şandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava Yekemîn Festîvala Filman destpê kir
    Şervanên YPGê beşdarî Festîvala Fîlman ya Venedîkê bûn
    Festîvala fîlmê ya Venedîkê
    Festîvala Muzîkê Leşkerî ya Navneteweyî li Moskovayê dest pê kir
    Almanyayê rê neda Festîvala Çandê ya kurd
    Etîketan:
    destpêkirin, Festîwala Gelawêjê, Hevserokê HDPê, Endamê Polîtburoya YNKê, Selahattin Demirtaş, Mela Bextiyar, Ermenîstan, Iraq, Lubnan, îran, Kurdistan, Silêamanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de