09:07 21 Nîsan 2018
    Ala Kurdistanê

    Li Helebceyê şer: Pêşmergeyek birîndar bû

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Herêma Kurdistanê li gundê Giryan ê bajarê Helebceyê di navbera hêzên pêşmerge û komeke çekdar de pevçûn derket.

    Li gorî agahiyên Rûdawê pêşmergeyekî bi navê Merîwan Mihemed Emin gava ku bi 3 hevalên xwe re serdana çûn gundê Giryanê rastî êrîşa komeke biçek bûn.

    Çapemeniya nêzîkî YNKê jî ragihand ku ew kesên çekdar endamên DAIŞê ne.

    Li gel vê yekê Parêzgariê Helebceyê Elî Osman jî di derbarê bûyerê de ragihand ku ewlehiya herêma Helebceyê di bin kontrolê de ye û ew devera ku çekdar lê ne, hatiye dorpêç kirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de