01:56 21 Çile 2018
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    Binemala Mîrê êzdiyan: "Pêşmerge xwedîtî li hemû olên Kurdistanê kir"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Mîr Dasîn Faruq Begê ji binemala Mîrê êzdiyan ragihand ku pêşmergeyan xwedîtî li hemû ol û rengên Kurdistanê kirin.

    Mîr Dasîn Faruq Begê ji binemala mîrên êzdiyan ragihand ku hemû deverên kurdên êzdî li ser destên Pêşmerge hatin rizgar kirin û dema ku êzdî vedigerin ser malên xwe pêwîste parastina êzdiyan ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve were kirin. Nabe tu hêzeke din vî tiştî bike, ji ber Pêşmerge yek ji wan hêzaye ku xwedîtî li hemû olên Kurdistanê kir.

    Li gorî nûçeya BasNewsê Faruq beg di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Nabe bi tu awayekî em qebûl bikin Bexda destverdanê li deverên êzdiyan bike. Ji ber di dema koçberbûnê de tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê parastin û xwedîtiya êzdiyan kir. Hikûmeta Bexdayê tu alîkariyek nedaye êzdiyan."

    Mîrê êzîdî di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Niha Şingal, Başîk, Sinûn, Xanesor, Sîba Şêxidir, Telezîr û hemû deverên din Kurdistaniye. Serok Barzanî giringiyekî mezin da hemû pêkhateyên olî yên hemû dinyayê. Peyama birêz Barzanî li Başîkê û Behzanê giringiyekî mezin bû, bo hemû pêkhateyên li deverê û dê bibe egera pêkvejiyan û lêborîna olî ya bihêz li Başîk û Behzanê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mîr Tehsîn bangî êzdiyan kir: "Vegerin Şengalê"
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    Etîketan:
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya êzdiyan kir, Pêşmerge xwedîtî li hemû olan kir, Binemala Mîrê Êzdiyan, Mîr Dasîn Faruq Beg, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de