11:47 21 Îlon 2017
Zindî
    Cenazeyê Seîd Çurukkaya

    Barzanî nasnava 'General'ê da Dr. Silêman

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Fermandarê Pêşmergeyan Saît Çurukkaya yê (Dr. Silêman) ku di 30ê Cotmehê de di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest da, nasnava ‘General'ê da.

    Pêşmerge - Saîd Çurukkaya
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Li gorî nûçeyeke Rûdawê birayê Dr. Silêman Selim Çurukkaya diyar kir ku wî îro serdana Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Doktor Cafer Eminki kiriye.

    Selim Çurukkaya got, "Birêz Eminki biryara Serok Barzanî ya ji bo Şehîd Saît radestî me kir, ku di wir de nasnava ‘General'ê hatiye dayîn." Çurukkaya balkişand ser hevdîtina xwe ya 10ê Mijdarê ya bi Barzanî re û got, "Serok Mesûd Barzanî Saît wek ‘generalê azadî û serxwebûnê' binav kir."

    Doktor Cafer Eminki her wiha plaket û nameyeke Parlamentoya Kurdistanê pêşkeşî malbata Çurukkaya kir.

    Saît Çurukkaya yê bi navê Dr. Silêman di 30ê Cotmehê de di encama teqîna mayinê debi giranî birîndar bûbû û paşê ji bo dermankirinê ew rakiribûn nexweşxaneyeke Almanyayê. Dr. Silêman li Almanyayê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Merasîma definkirina cenazeyê Seîd Çurukkaya bi dawî bû
    Fermandar Çurukkaya îro xatir dixwaze
    Cenazeyê Çurukkaya ber bi Çewlikê bi rê ket
    Cenazeya Çurukkaya îro tê Hewlêrê
    Etîketan:
    nasnav, General, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Doktor Cafer Eminki, Saît Çurukkaya, mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de