23:00 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    DAIŞê bi qenasê êriş kir: Pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 255 0 0

    Terorîstên DAIŞê îro li Mêhwera Daqoqê êrişî hêzên kurdan kirin, di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.

    Komên çekdar
    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Berpirsê Mêhwera Daqoqê ya Hêza Pêşmerge, Mihemed Hacî Qadir got; "Îro sêşemî 15ê Mijdara 2016, saet 4:40 pêşmergeyek bi qenasê terorîstên DAIŞê li gundê Etşane yê li Mêhwera Daqoqê şehîd bû."
    Mihemed Hacî Qadir dîyar kir ku Navê wî pêşmergeyî Aware Ehmed e û xelkê navçeya Raniyeyê ye û ser bi Lîwaya 118 a Balek a Hêza Pêşmerge bû.

    Hacî Qadir herwiha destnîşan kir ku Ev pêşmerge li yek ji sengerên gundê Etşane serê xwe bilind kiriye û terorîstên DAIŞê ew bi çeka qenasê kirine armanc û di encamê de jiyana xwe dest da.
    Gundê Etşane li sînorê navçeya Daqoqa girêdayî parêzgeha Kerkûkê ye û niha di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye êrîş dike, bila pêşmerge derbasî Rojava bibin"
    Pêşmerge: Em li benda fermana Serok Barzanî ne
    Malbata pêşmerge bangî hikûmeta Kurdistanê kir: Alîkariya me bikin
    Breet McGurk: "Pişta me bi Pêşmerge rast e"
    Etîketan:
    qanas, êriş, DAIŞ, pêşmerge, Aware Ehmed, Mihemed Hacî Qadir, kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de