21:47 25 Îlon 2017
Zindî
    Dr . Mehmûd Osman

    Mehmûd Osman: Divê gelê kurd yekîtiya xwe ava bike

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3231

    Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê û siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman balkişand ser polîtîkayên dewleta tirk û daxwaz ji hêzên kurdan kir ku li hember vê polîtîkayê bibin yek.

    Dr. Mehmûd Osman ji ajansa Rojnewsê re diyar kir ku dijminatiyeke mezin a dewleta tirk li hemberî gelê kurd heye û wiha berdewam kir: "Heke gelê kurd li Marsê jî be wê dewleta tirk biçe wir û bixwaze neteweperestiya xwe li ser wan birêve bibe û li wir bike desthilatdar."

    Osman, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi kiryarên dîktatoriyê tohmet kir û got: "Erdogan ji hêla aqil ve jî kêm e. Gotinên Tirkiyê yên derbarê Qendîl û Şengalê tenê gotin in. Divê li hemberî hemû polîtîka û kiryarên Tirkiyê gelê kurd yekîtiya xwe çêbike û xwedî dengekî hevbeş be. Bi taybetî divê siyaseta piştî ku hevserok û parlamenterên HDPê hatin girtin bê şermezarkirin û protestokirin."

    Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku wê hemû hewldanên Tirkiyê bê encam bibînin û Tirkiye dê têk biçe. Osman got ku wê dawiya wan û qedera wan weke ya Seddam Hisên be.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Mehmûd Osman: Divê Kurd ji bo serxwebûnê bi Trump re têkiliyan xweş bikin
    Mehmûd Osman: 'Leşkerên tirk li hemberî kurdan li Iraqê ne'
    Mehmûd Osman: Di komploya dijî Kurdan de Tirkiye rola sereke dilîze
    Mehmûd Osman: Doza kurdan dibe doza partiyan
    Mehmûd Osman: Heta kurd nebin yek Sykes Picot bi dawî nabe
    Mehmûd Osman: Balafirên Tirkiyeyê her rojê dikevin qada hewayî ya Iraqê
    Mehmûd Osman: Divê referandûma serxwebûnê bi çavdêriya NYyî were pêkanîn
    Etîketan:
    yekîtî, kurd, Parlamentoya Iraqê, Sedam Hisên, Recep Tayyip Erdogan, Dr. Mehmûd Osman, Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de