21:03 26 Îlon 2017
Zindî
    Koçber - penaber - sivîl

    Ji Mûsilê û Geyareyê 67 hezar koçber gihiştine Herêma Kurdistanê

    © Foto: AA/ ALİ MUKARREM GARİP
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha ji Mûsilê 36 hezar û 609 kes, ji Geyareyê jî 33 hezar kes bi giştî 67 hezar koçber ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bûne.

    Navenda Hevbeş a Hemahengiya Krîzan a Herêma Kurdistanê (JCC KRG) bi daxuyaniyeke nivîskî, hejmara koçberên ji Mûsil û Geyareyê ber bi Herêma Kurdistanê ve çûne aşkere kirin. Li gorî daxuyaniya Navendê, ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê ya di 17ehê Cotmehê de destpêkiribû heta niha ji derdora Mûsilê, 36 hezar û 609 kes ber bi Herêma Kurdistanê koçber bûne. Kesên ku koçber bûne li kampên Xazir, Hesen Şam û Zilêkan hatine bicîkirin.

    'ROJANE ZÊDETIRÎ HEZAR KES DIGIHÊN SENGERÊN PÊŞMERGEYAN'

    Navenda diyar dike ku rojane zêdetirî hezar kesan ber bi sengerên Pêşmergeyan ve tên û piştî wê wan dişinin kampên penaberan.

    Dîsa ji destpêka operasyona Geyareyê ya li Başûrê Mûsilê dikeve bêhtirî 33 hezar kesan ji Geyareyê, Şirgat û Hacî Elî koçberî Herêma Kurdistanê bûne ku operasyon di meha adarê de destpêkiribû. Ev kes jî li Kampa Dîbegê hatine bicî kirin.

    Navend aşkere dike ku heta niha 1 milyon û 411 hezar û 314 koçberên Iraqê û 216 hezar û 860 kes koçberên Rojava li her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silemaniyê hatine bicî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Xesro Goran: "Dibe şerê Mûsilê çend mehan dirêj bike"
    Cebar Yawer: Karê Pêşmergeyan di operasyona Mûsilê de bidawî bû
    Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn
    Waliyê Mûsilê: "Bexdadî şerê Mûsilê kordîne dike"
    Artêşa Iraqê kete 3 taxên nû yên Mûsilê
    NY: “DAIŞê, li nêzî Mûsilê serê 6 milîtanên xwe jê kir”
    Etîketan:
    koçber, Navenda Hevbeş a Hemahengiya Krîzan a Herêma Kurdistanê (JCC KRG), Pêşmerge, Kampa Dîbegê, Hacî Elî, Şirgat, Kampa Zîlêkan, Kampa Hesen Şam, Kampa Xazir, Silêman, Dihok, Hewlêr, Geyare, Herêma Kurdistanê, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de