21:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Necmedîn Kerîm: Çûna Bexdayê ne çareserî ye

    © Foto: Public Domain / Kerkûk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Washington a paytexta Amerîkayê beşdarî konferansekê bû û di konferansê de diyar kir ku Bexda tu pereyan naşîne û çûna Bexdayê jî pirsgirêkan çareser nake.

    Kerîm di konferansê de diyar kir ku Bexadyê îsal tu budçeyeke pereyan neşandiye Kerkûkê û got, "Min li gel Bexdayê gelek danûstendin kiriye û ez dizanim ku li Herêma Kurdistanê pirsgirêk werin çareserkirin wê baştir be."

    Kerîm li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Bexdayê û hevdîtina wî ya bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re jî got, "Serok Barzanî ji Ebadî re behsa serxwebûnê kiriye û Amerîka jî pêşwaziya wê serdana Barzanî ya ji bo Bexdayê kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Gelê Kurdistanê bertek dan dewleta Tirkiyeyê
    Barzanî: DAIŞ êdî ji bo Kurdistanê ne tehdît e
    Nûrî Malîkî: "Tu bûdçeyeke fermanberên herêma Kurdistanê tuneye"
    Qeyrana sîyasî li Herêma Kurdistanê kûr dibe
    Barzanî ji bo Trump: Gelê Kurdistanê li bende piştgiriya we ye
    Barzanî: Em dixwazin Serok Trump li Kurdistanê pêşwazî bikin
    Etîketan:
    çareserî, çûn, Serokwezîrê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Necmedîn Kerîm, Washington, Amerîka, Kurdistan, Bexda, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de