02:08 21 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    YPG hişyar kir: Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê bi tundî bidin

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 58441

    Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa da zanîn ku êdî sebra wan li hemberî êrîşên dewleta tirk ya li ser Efrînê nemaye û got:" Wê bersiva me li dijî êrîşên dewleta tirk tund be".

    Hêvî Mistefa diyarkir ku êrîşên dawî yên Artêşa tirk a li hemberî Efrînê bi armanca rakirina tola çeteyên xwe yên ku di hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê de derbeyên mezin dixwin, pêk tîne

    "PLANÊN TIRKIYE RASTÎ PROJEYA DEMOKRATÎK A GELAN HATIN"

    Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa destnîşan kir ku ji destpêka krîza li Sûriyeyê ve dewleta tirk xwest ku bi riya destekdayîna "terorîstan" û xurtkirina DAIŞê xwest ku aloziya Sûriyê gurtir bike. Hêvî daxuyand ku projeyên Tirkiyeyê li ser Sûriye yê rastî projeya demokratîk a gelan li Rojava hat û ji ber vê yekê jî planên wê bi ser neketin.

    "JI BO TOLA WAN HILDIN ÊRIŞ DIKIN"

    Herwıha Hêvî Mistefa tekez kir ku êrîşên dewleta tirk ya li ser Efrînê ji bo rakirina tola terorîstên DAIŞê pêk tên û wiha berdewam kir: "Piştî ku nikaribûn beşdarî hemleya Reqqayê bibe wan rizgar bike, yekser gundewarên Efrînê kirin armanca êrîşên xwe da ku li ser hemleya Reqqayê veşêre ".

    BERSIVA ME DÊ TÛND BE

    Hêvî bi lêv kir ku sebra wan nemaye û êdî nikarin li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser gelê Efrînê bêdeng bimînin û got:"Dewletên Navnetewî jî derbarê zêdegavî û tewanên dewleta tirk li ser gelê me bêdeng in, ji ber vê yekê jî wê bersiva me tund be".

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: 15 PKKyî hatin kuştin
    Ebadî: Ger ku Artêşa Tirk têkeve Iraqê wê berdêla wê bide
    Komên çekdar li herema Şehbayê tanka Artêşa tirk bikar tînin
    PYD: Li Efrînê di bombebarana artêşa tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    hember, tolhildan, tirk, artêş, gund, êriş, DAIŞ, Hevserokatiya Kantona Efrînê, Hêvî Mistefa, Kantona Efrînê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de