07:34 21 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge: Em li benda fermana Serok Barzanî ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 110 0 0

    Fermandarê Cepheya Başîkayê ya Hêzên Pêşmerge Hamîd Efendî ragihand ku ji herêmên ku ji aliyê wan ve hatine rizgarkirin dê venekişin. çimkî evder bost bi bost axa Kurdistanê ye. Erdên ku bi xwîn hatine rizgarkirin dê radestî tu hêzên din neyê kirin.

    Efendî destnîşan kir ku herêma Başîkayê bi temamî hatiye rizgarkirin û niha tu xetere li ser herêmê nîne û got: ‘Demek kin de dê daîreyên fermî û malên gel ji rûniştinê re amade bin û di nav çend rojan de welatiyên me dikarin vegerin malên xwe û di nav aramiyê de li malên xwe bijîn.

    Fermandarê Pêşmerge eşkere kir hemû tûnel û mayinên DAIŞê paqij kirine û 4 terorîstên rêxistinê jî sax bidestxistine. Em dê tûnelan hildin bin parastine û ji bo neviyên xwe wek bîranîn bihêlin. Bila hemû cihan bizane ku Hêzên Pêşmerge li ser rûyê erdê û bin erdê li dijî DAIŞê şerek dijwar pêk tînin.

    Herwiha Efendî diyar kir ku erdnîgarî û Deşta Nînovayê ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine rizgarkirin bost bi bost axa Kurdistanê ye. Pêşmerge erda Kurdistanê dê bernede.

    SEROK BERZANÎ DESTÛR BIDE…

    Efendî da zanîn ku herêmên di bin kontrola DAIŞê de ma ne, eger Serok Barzanî ferman bide ev dever jî dê bên rizgarkirin û wiha pê de çû:

    "Eger Serok Mesûd Berzanî ferman bide dê axên ku di bin kontrola DAIŞê de mane dê wekê axa Kurdistan ji aliyê Pêşmergeyan ve bên rizgarkirin. Li niha fermanek wiha ji aliyê Serok Barzanî ve nehatiye dayîn. Me niha dest bi kolandina xendekan kiriye. Eger ferman were em dikarin cepheya rojhilat kontrol bikin."

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê di cenazeyê pêşmerge de bang kir: Ji bo xatirê şehîdan...
    Wezareta Pêşmerge: "Li Başîqayê kontrol bi temamî hat sazkirin"
    Di navbera Hêzên Pêşmerge û DAIŞê de şer: 12 kuştî
    ‘Gerîla û Pêşmerge bi DAIŞê re şer dikin'
    Etîketan:
    bernadin, ax, ferman, pêşmerge, DAIŞ, Hamîd Efendî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de