11:10 23 Tebax 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Parlementerê PDK: Dewleta Tirkiyeyê li ser inkara kurdan ava bûye

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 64650

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK) diyar kir ku jixwe dewleta Tirkiyeyê di helwestên xwe de neyariya kurdan dike lewra girtina Hevserokên HDPê û parlementerên wê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê tiştekî pêşbînkirî bû.

    Parlementerê Elî Halo yê girêdayî koma PDKê li parlementoya Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê li ser bingehê înkarkirina nasnameya kurdan hatiye avakirin û wiha dewam kir: "Niha jî dewlet heman rêbazê bi rê ve dibe ku ew jî qirkirina kurdan e."

    Li gorî nûçeya RojNewsê, Halo derbarê girtina Hevserokên HDPê û parlementerên wê de jî axivî û wiha got: "Kuştin û girtina siyasetmedarên kurd û girtina saziyên wan û herwiha di dawiyê de girtina parlementerên tiştekî pêşbînkirî bû ji dewleteke wek Tirkiyeyê zalim".

    Herwiha parlementerê PDKê diyar kir ku gelê kurd, gelekî xwedî viyan û biryar e lewra ew ê bi rêbazên kuştin û êşkencekirinê xelas nebe lê ew ê hîn xurttir bibe.

     

    Etîketan:
    kuştin, zulm, HDP, PDK, Elî Halo, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de