02:11 24 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî û Patriyarkê mesihiyan li hevdu civiyan

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9810

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li gel Patriyarkê Dêrên Rijhilat ên Aşûrî Gorsîsê 3yem ê Silêwe û şandeke bi wî re hevdîtin pêk anî.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinê behda rewşa şerê li deşta Nînowayê û got, "Bi destê pêşmergeyan serkeftineke pir mezin hatiye bidest xistin."

    Barzanî got, "Terorsîtan li pey xwe wêraniyeke mezin hiştiye, ji ber vê yekê pêwîst e ku navçeyên hatine azadkirin, ji nû ve werin avakirin, da ku gel bikaribin vegere malên xwe. Ji bo vê yekê jî divê civaka navdewletî hewldaneke mezin bike."

    Partiyarkê Dêrên Rojhilat ên Aşûrî jî di axaftina xwe pîrozbahî li serkeftinên Pêşmergeyan kir û diyar kir ku siyaseta Barzanî hêviyê dide mesihiyan.

    Patriyark ji bo hewldanên parastina pêkhateyên Herêmê, azadkirina navçeyên mesihiyan û pêşwazîkirin û hewandina penaberan spasiya Barzanî û hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got ev hewl û karên rêveberiya Kurdistanê ji bo mesihiyan bûne hêvî, da ku vegerin navçeyên xwe.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de