02:51 24 Hezîran 2018
Kerkûk

‘Asayişa Zaxoyê Recep Atak desteser kir, lê agahî jê nayê standin'

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Kesê bi navê Recep Atak ê ji bajarên kurdan e û li Kampa Mexmûre dima ji di 23ê Cotmehê de ji hêla asayişa Zaxoyê hate desteserkirin. Lê piştî wê agahî ji Akar nayê standin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Recep Atak di 23ê Cotmehê de li Zaxoyê di dema serdegirtina malekê de, tevî xwediyê malê û du kurên wî, ji hêla asayişa Zaxoyê ve hate desteserkirin. Piştî hefteyekê xwediyê malê û kurên wî serbest hatin berdan lê ji wê demê û pê ve agahî ji Atak nayê standin.

Di encama lêkolîna parêzerên malbatê de, hat ezanîn ku Atak pêş demekê ji Zaxoyê birine Asayişa Giştî ya Dihokê. Lê ne malbatê û ne jî parêzeran karine li gel Atak hevdîtinê pêk bînin.

Nûçe diyar dike ku li gor agahiyên malbata wî daye, Recep Atak ji ber sedemên siyasî salek berê ji Tirkiyê hatiye Herêma Kurdistanê û li gel xizmên xwe li Kampa Penaberan a Mexmûrê dima. Atak ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe yên ji Tirkiyê bihatana çibû Zaxoyê.

Bi heman mijarî:

Asayişa Herêma Kurdistanê Rojavayiyek dersînor kir
Asayişa Herêma Kurdistanê saziya jinan girt
Asayişa Herêma Kurdistanê rojnameger Aysel Avesta girt
Etîketan:
desteserkirin, Asayişa Zaxoyê, Rojnews, Recep Atak, Kampa Mexmûrê, Dihok, Herêma Kurdistanê, Zaxo, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de