15:23 22 Sibat 2018
Zindî
    Heşdî Şebî

    Artêşa Iraqê kete 3 taxên nû yên Mûsilê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi serpereştiya Hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê bi hemû leza xwe berdewam e. Artêşê li rojhilatê Mûsilê taxa Zehran bi dest xist.

    Hikmet Durgun

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi serpereştiya Hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê bi hemû leza xwe berdewam e. Artêşê li rojhilatê Mûsilê taxa Zehran bi dest xist û leşker ketin du taxên nû yên El Qadisiye û El Bekirê. Li gorî çavkaniyên herêmî 10 kîlometro maye ku hêzên iraqî bigihîjin Balafirxaneya Mûsilê.

    Hêzên Tekoşîna Dijterorê yên girêdayî artêşa Iraqê îro seetên nîvro ketin du taxên rojhilatê Mûsilê El Qadisiye û El Bekirê. Li gorî çavkaniyên herêmî li herdu taxan di navbera hêzên iraqî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de pevçûnên dijwar diqewimin û sivîlên herêmê jî direvin.

    Artêşa Iraqê ji destpêkirina operasyonê ve heta niha 60 gund ji derdora Mûsilê rizgar kirine, qadeke hezar û 400 kîlometro ji terorîstên DAIŞê paqijkirin. Ji aliyê din ve artêşa Iraqê ji bo ku di nava bajêr de zêde peşveçûn bi dest nedixist Hêzên Tekoşîna Dijterorê sewkî herêmê kirin.

    Wekî din Hêzên Pêşmergeyên Kurdistane piştî ku navçeya Başîqayê ji destê milîtanên rêxistina terorîst derxist dest bi paqijkirina mayîn, teqemenî û bombeyan kir. Li gorî zanyariyan hê jî milîtanên DAIŞê ku xwe di nava malan de veşartine hene, di 4 rojên dawî de 15 terorîstên DAIŞî ku xwestin ji navçeyê birevin hatin kuştin. Pêşmerge ji bo ku sivîl nebin qurbanên mayîn û bombeyan niha destûra wan nade ku têkevin nava Başîqayê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mesut Deger: "Mûsil axa Kurdistanê ye"
    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    'Ji Mûsil û Helebê wê pêla penaberan were, şerê etnîkî wê derkevin'
    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
    Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de