07:55 21 Gulan 2018
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Xristiyan û êzdiyên Başîqayê: "Em minetdarê Barzanî ne"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Xristiyan û êzdiyên ku li Başîqayê dijîn ji bo ku navçe ji terefê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin.

    Xristiyan û êzdiyên ku li Başîqayê dijîn ji bo ku navçe ji terefê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin. Xristiyan û ezdiyan ragihand ji bo ku Mesûd Barzanî soza xwe ya Başîqayê bi cih anî em spasiya wî dikin û em minetdarê wî ne.

    Navçeya Başîqayê ku ev ji 2 salan zêdetir bû di bin kontrola milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de bû û hefteya borî bi Fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî navçe ji terefê Hêzên Pêşmerge ve hatibû rizgarkirin, piştî paqijkirina mayin û bombeyan gelê navçeyê dest bi vegera Başîqayê kir.

    Keçeke mesihî di axaftina xwe ya kanala Kurdistan 24ê de got: "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge soza ku dabûn xristiyan û ezdiyên xelkê Başîqayê bi cih anîn. Piştî rigarkirina navçeyê niha alaya Kurdistanê li ser avahiyên pîroz ên êzdiyan bilindbûye û dêr jî dîsa gihîştin xaçên xwe, em pir kêfxweş û serbilind in. Em spasiya Serokê Herêmê û Pêşmerge dikin."

    Bi heman mijarî:

    Malbata pêşmerge bangî hikûmeta Kurdistanê kir: Alîkariya me bikin
    Breet McGurk: "Pişta me bi Pêşmerge rast e"
    Parlementerê HDPê di cenazeyê pêşmerge de bang kir: Ji bo xatirê şehîdan...
    Wezareta Pêşmerge: "Li Başîqayê kontrol bi temamî hat sazkirin"
    Di navbera Hêzên Pêşmerge û DAIŞê de şer: 12 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Başîqayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Başîqa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de