12:06 20 Hezîran 2018
Mesud Barzani

Barzanî: DAIŞ êdî ji bo Kurdistanê ne tehdît e

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: "DAIŞ êdî ji Kurdistanê ne tehdît e." Barzanî dubare kir ku wê Pêşmerge û Heşda Şebî nekevin navenda Mûsilê.

Barzanî li Başîkayê axivî ku ji DAIŞê hatibû paqijkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: "Xwedê hez bike êdî DAIŞ ne tehdît e. Qediya."

Barzanî li eniya Başîkayê ya 13 kîlometreyê li bakurê rojhilatê Mûsilê dikeve serdana hêzên Pêşmerge kir. Barzanî derbarê şerê li navenda bajêr de kitekir parve kir.

Barzanî dubare kir ku wê Pêşmerge nekevin nava Mûsilê û bibîr xist ku hikûmeta Iraqê jî biryara neketina milîsên Heşda Şebî yên şîa standibû.

Tirkiyê bi hinceta ku hejmara navenda bajêr piranî sune ne, daxwaz kiribû ku milîsên Heşda Şebî nekevin navenda bajêr. Ev daxwaz di navbera rêveberiya Bexdayê û Enqereyê de bibû sebeba rageşiyê ku Bexda naxwaze Tirkiye mudaxeleyî mijarên navxweyî bike.

Bi heman mijarî:

Li ser Başîkayê li hev kirin: Tirkiyê soz da!
Pêşmerge Bîlançoya Şerê Başîkayê Eşkere kir
Iraqê bo Kampa Başîkayê pêşniyarek li Tirkiyeyê kir
McGurk: ‘Hêzên tirk ên li Başîkayê ne di nava hevpeymanê de ne'
Yildirim: Pêşmerge li Başîkayê alîkarî xwest
Reuters: Li Başîkayê kontrol di bin destê Pêşmergeyan de ye
Etîketan:
Pêşmerge, Heşda Şebî, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Mûsil, Enqere, Bexda, Tirkiye, Başîka, Herêma Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de